Parlamentoya Iraqê endamtiya Helbûsî bi dawî kir

Parlamentoya Iraqê dawî li endamtiya parlamentoyê ya serokê berê yê parlamentoyê Mihemed Helbûsî anî.

Parlamentoya Iraqê endamtiya Helbûsî bi dawî kir
21 mijdar, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Federal ya Iraqê di 14’ê Mijdarê de li ser giliyê 2 parlamenteran, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji ber gendeliyê ji erka wî dûr xistibû.

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de bi awayekî fermî Helbûsî ji endamtiya parlamentoyê derxist.

Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek weşand û diyar kir: “Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê bi tometa sextekariyê Mihemed Helbûsî ji kar dûr xist, parlamentoya Iraqê li ser bingeha biryara Dadgeha Federal bi awayekî fermî dawî li endamtiya Helbûsî anî.”