Senator Brian Mast: Washingotin ji bûyerên li Sûriyeyê diqewimin nerihet e

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoya Amerîkayê Brian Mast diyar kir ku êrişa li ser QSDˊê ji aliyê DYAˊyê nayên qebûlkirin, rewşa Sûriyeyê nêzîkî tiştê ku divê bibe nîn e.

Senator Brian Mast: Washingotin ji bûyerên li Sûriyeyê diqewimin nerihet e
10 sibat, 2026   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoya Amerîkayê Brian Mast lihevkirina 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêşwazî kir û got, "Lê ew têrê nake."

Mast di axaftina xwe ya li Kongreya Amerîkayê de diyar kir ku êrişên li dijî QSDˊê nayên qebûlkirin û QSDˊê bi "hevalbedên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)" wesifandin.

Senator Mast da zanîn ku Washington ji bo bûyerên li Sûriyeyê diqewimin bi fikar e û destnîşan kir ku rewşa heyî "nêzîkî tiştê ku divê bibe nîn e."

Brian Mast anî ziman ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şeri ji DYAˊyê tu "şêkek(çekek) vala" ji bo rakirina dorpêçan wernegirtiye. Mast daxuyand ku El Şeri soza parastina pêkhateyên Sûriyeyê da, lê berovajî wê tevgerî.

(fr)