Malbata şehîd Şahîn Elî: Em ê hesab ji xayînan bipirsin

Malbata şehîd Şahîn Elî destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got: “Em xwediyên xakê û doza rewa ne. Em ê hesab ji xayînên tevkarên bi dewleta Tirk a dagirker re bipirsin."

Malbata şehîd Şahîn Elî: Em ê hesab ji xayînan bipirsin
1 ÇILE, 2024   03:37
KOBANÊ

Roja îna borî derdorî saet 20.00'an de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker komeke karmendên ku bîrên avê li gundên Kora Simoqiyê yên Şengalê dikolandin 3 caran hedef girtin û di encamê de 5 karkerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn  Yek ji wan şehîdan Şahîn Elî yê ji Kobanê heye. Şehîd Şahîn (25) ji malbeteke welatparêz e ku ji 7 kesan pêk tê, zewicî ye û 3 zarokên wî (keçek û 2 kuran) pêk hat. Ji bo ku debara xwe bike berî dabû Şengalê û li wir dixebitî."

Xwişka şehîd Şahîn, Cîhan Elî bal kişand ser armancên dewleta Tirk a  dagirker got: "Birayê min çû debara xwe û zarokên xwe yên biçûk bike. Lê belê ew bi êrişeke xedar hat şehîdxistin. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke wiha pêk tîne. Dewleta Tirk zarokên me sêwî dike û jinan bî dike.  Armanca dewleta Tirk jî zelal e, koçberkirina me ye."

Cîhan Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk  a dagirker cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan, li erdnîgariya Kurdistanê keviran jî dike hedef û wiha domand: " Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya me ya xurt têk bibe. Em xwedî xak û doza rewa ne. Em ê  hesab ji xayînên tevkariya bi dewleta Tirk re dikin bipirsin."

Dotmama şehîd, Emîra Elî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê herêmê ye da ku piştre planên xwe yên guhertina demografîk pêk bîne û got: "Îro piraniya herêmên erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefkirin. Her wiha sivîl, saziyên xizmetguzarî û nexweşxane jî tên hedefkirin. Êdî bila dijminê me yê hov baş bizane ku gelê herêmê planên wê baş nas dike û xaka xwe bernade. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." 

(mh)

ANHA