Li Okyanûsa Pasîfîkê di êrişa DYA’yê de 4 kes hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wê li Okyanûsa Pasîfîkê keştiyeke qaçaxtiya hişbirê kir hedef. Di encamê de 4 qaçaxçîtiyên hişbirê hatin kuştin.

Li Okyanûsa Pasîfîkê di êrişa DYA’yê de 4 kes hatin kuştin
18 kanûn, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Başûr a DYA’yê daxuyaniyek li ser X’ê weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên fermandariyê li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê keştiyeke qaçaxçîtiya madeyên hişbirê kir hedef.

Di daxuyaniyê de hate got "di encama hedefkirinê de 4 bazirganên terorîst ên madeyên hişbir hatin kuştin, lê zerar li hêzên leşkerî yên Amerîkayê nebû."

Amerîka bi rêya xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî ya deryayî zextê li Venzuellayê dike û keştiyên ku Amerîka wan bi qaçaxtiya hişbirê tawanbar dike, dike hedef. Di encama êrişan de heta niha herî kêm 95 kes hatine kuştin.

(mh/b)