Parlamentera DEM Partiyê: Jinên ku dizanin şer çi ye dê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibin

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altın got "Herî baş jin dizanin bê ka şer tê çi ye. Lewma jî yên ku pêvajoyê bi ser bixin dîsa dê jin bin.”

Parlamentera DEM Partiyê: Jinên ku dizanin şer çi ye dê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibin
4 hezîran, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku di 27 'ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan kir, ji gelek beşên civakê bangên gavavêtinê li dewleta Tirk tên kirin û rêxistinên jinan jî bi çalakiyên xwe pêşengiya vê pêvajoyê dikin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin ku di 31’ê Gulanê de li Amedê bi beşdariya bi deh hezaran jinan beşdarî meşê bû, li ser mijarê ji ANHA'yê re axivî.

Bêrîtan Guneş diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk berpirsyariyên mezin danîne ser milê jinan û got: “Di vê bangê de peyamên girîng ji bo jinan hebûn. Li ser vê bingehê em têkoşîna xwe dimeşînin.”

Bêrîtan Guneş bal kişande ser girîngiya konferansên ku parlameterên jin û Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) organîze kirine û got: "Herî baş jin dizanin bê ka şer tê çi ye. Lewma jî yên ku vê pêvajoyê bi ser bixin dîsa dê jin bin.”

Bêrîtan Guneş xuya kir ku ji bo xurtkirina yekitiya jinan Konferansa Parlamenterên Jin hatiye lidarxistin û wiha axivî: “Konferansa parlamenterên jin a çend roj berê li Amedê hat lidarxistin, gelekî girîng bû. Ev ne cara yekê ye ku parlamenterên jin ên Kurd tên cem hev. Berê jî çalakiyên bi vî rengî hebûn. Ji Bakur, Başûr Rojava beşdarî çêbûn. Mixabin ji Rojhilat tevlêbûn çênebû lê peyama wan jî hate xwendin. Weke jin, ji bo ku em bi rola xwe ya pêşeng di xebatên yekitiyê de rabin, me nîqaşên girîng kirin. Armanca avakirina sekreteryaya xebatên yekitiya jinan derket holê. Wekî ku ji encamnameyê jî tê fêmkirin, wek jin me berpirsyariyên gelekî girîng dan ber xwe. Em hêvî dikin ku ev konferans bibin wesîle ji bo yekitî û azadiya gelê Kurd.”

Bêrîtan Guneş diyar kir ku ev xebat hewldanên ji bo mezinkirina têkoşîna navneteweyî ne û konferansa NADA'yê jî li ser vê bingehê dinirxînin.

Bêrîtan Guneş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên li gel şandeya Îmraliyê de destnîşan kir ku pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd mezintir e û wiha lê zêde kir: "Em dikarin bêjin ku ev pêvajo di esasê xwe de ji du milan ve tê meşandin. Hem dê bibe pêvajoyeke yekitiya neteweyî û têkoşîna ji bo mafên nasnameyî ya gelê Kurd û hem jî têkoşîna jinan ya nasnameyê. Em van her du pirsgirêkan ji hev cuda nakin. Îro careke din jinan nîşanî her kesî da ku ew ê aştiyê biparêzin. Di meşa mezin a li Amedê de jinan peyameke zelal da. Silavên xwe ji Girava Îmraliyê re jî şandin û nîşan dan ku ew ê aştiyê hembêz bikin. Şer herî zêde zirarê dide bedena jinan. Jin ji her kesî baştir dizanin bê ka şer çi ye. Ji ber vê yekê jin dê bibin pêşengên aştiyê. Jin dê di pêvajoya pêş de jî pêşengiyê bikin.”

ANHA