‘Heya gav werin avêtin em ê her roj li ser pêyan bin’

Endam û rêveberên PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku dewleta Tirk heta niha tu gavên qanûnî neavêtine, lewma heta gav tên avêtin ew ê her roj li ser piyan bin.

‘Heya gav werin avêtin em ê her roj li ser pêyan bin’
4 hezîran, 2025   02:35
HESEKÊ
BAZ MORDEM

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rewan Şêxo û endama PYD’ê Heyfa Mihemed derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û nêzîkahiya dewleta Tirk de ji ajansa me ANHA’ yê re axivîn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdilxenî Oso da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ne ji îro ve banga aştî û civaka demokratîk kiriye, diyar kir ku hîna ji sala 1993’an ve agirbesta destpêkê ragihandiye, lê dewleta Tirk her tim bi hincetan xwestiye van hewldanên aştiyê vala derbixe. Nexasim di sala 1998’an de û ji salên 2000’î heya roja îro jî hatiye dîtin ku dewleta Tirk xwe nêzî çareseriyê nake.

Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku di pêvajaya îro de li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek geşedan diqewimin û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji van geşedanan sud werbigere.

Ebdulxenî Oso, da zanîn tevî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibat 2025’an kiribû jî, hîna dewleta Tirk di milê qanûnî û hiqûqî de gav ne avêtiye û bang li her kesî kir ku zextê li ser dewleta Tirk çêbikin da ku guhertinan çêbike.

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DÊ BANDORA XWE LI TEVAHÎ ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ BIKE’

Ebdulxenî Oso bal kişand ser projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku ger pêvajoya heyî bi ser bikeve wê ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê wê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bandorê çêbike.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewan Şêxo bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku ruxmî biryara agirbestê û kongreya 12’emîn a PKK’ê jî hîna dewleta Tirk tu gavên aştiyane neavêtine.

Rewan Şêxo anî ziman ku heya gav bên avêtin ew ê nesekinin û wê xebatên xwe berdewam bikin.

Endama PYD’ê Heyfa Mihemed jî destnîşan kir ku gel ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan, her roj li ser piya ye û got: “Heya çareseriyek neyê peydekirin em ê heya dawî li ser pêyan bin.”

ANHA