Parêzvanên Şêxmeqsûdê dronek xist xwarê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku droneke çeteyên hikumeta demkî ku êrişî taxa Şêxmeqsûdê dikir xistiye.

Parêzvanên Şêxmeqsûdê dronek xist xwarê
9 ÇILE, 2026   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan droneke çeteyên hikumeta demkî ku yekser êrişî taxa Şêxmeqsûdê yê Helebê dikir, xistiye xwarê.

Hêzan da zanîn ku di çarçoveya bersivdana êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk  a dagirker de ev dron hat xistin.

Êrişên çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk bi dron û tevahî çekên giran dewam dikin.

(fr)