Êrîşên li Helebê bi dijwarî berdewam dikin

Di êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de bi çekên giran û dronan taxa Şêxmeqsûdê tê hedefkirin.

Êrîşên li Helebê bi dijwarî berdewam dikin
9 ÇILE, 2026   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çete bi çekên giran û dronan êrişî taxa Şêxmeqsûd dikin. Hêzên ewlekariya Şêxmeqsûdê li dijî êrişan parastina taxê dikin û pevçûnên dijwar hene.

Her weha keşfekî çeteyan ji aliyê hêzên ewlekariya taxê ve hatiye xistin. Şer û pevçûn berdewam dikin.

Topbarana li ser taxê berdewam dike û nexweşxana Şehîd Xalid Fericr dîsa hat topbarankirin.