Hejmarek xebatkarên Nexweşxaneya Xalid Fecir şehîd bûn

Di êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta demkî de li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de hejmarek xebatkarên tibî şehîd bûn.

Hejmarek xebatkarên Nexweşxaneya Xalid Fecir şehîd bûn
9 ÇILE, 2026   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çete bi dijwarî êrişên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê kir, di encamê de hejmarek xebatkarên tibî şehîd bûn.

Bi tank, hawan û mûşekan navendên tenduristiyê tên topbarankirin, bi wê re zirarên mezin bi nexweşxaneyê bûn.

Di nexweşxaneyê de bi dehan birîndar û nexweş ji zarok, jin û temenmezinan hene. Tîma tibî jî diyar kir ku hejmarek xebatkarên wan şehîd û birîndar bûn.

Bi van êrişên bênavber jiyana bi dehan welatiyên birîndar di xeteriyê de ye.

(fr)

ANHA