Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina rastiyê lêveger in

Pêkhateyên kantona Cizîrê ji bo têgihîştina rewşa heyî xwe dispêrin parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan. Di van parêznameyan de arîşe û pirsgirêkên siyasî û civakî yên herêmê û cîhanê tên şîrovekirin û çareserî tên destnîşankirin.

Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina rastiyê lêveger in
Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina rastiyê lêveger in
Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina rastiyê lêveger in
Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina rastiyê lêveger in
20 cotmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê hefteyê carekê rûniştineke xwendina parêznameya "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" ya rêber Abullah Ocalan dixwînin. Rûniştin li navenda partiyê ya li bajêr pêk tê.

Endamên ku tevlî rûniştê dibin, her carê beşeke parêznameyê dixwînin û gotûbêj dikirn. Ajansa me çalakiya gotûbêjirina beşa bi sernavê "Modernîteya Demokratîk" şopand.

beşdaran diyar kir ku kapîtalîzm sîstemek serdest e ku bi rêya otorîterîzmê û sîstema dewleta neteweyî derbasî Rojhilata Navîn bûye. Vê sîstemê li dijî pêkhate û neteweyên resen ên li herêmê polîtîkayên dûrxistin û asîmlekirinê pêk aniye, û di navbera neteweyan û têkiliyên wan ên dîrokî de şikestinek çêkiriye.

Beşdaran her wiha çareseiyên ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kirine jî gotûbêj kirin, ku ew jî çareseriya "Modernîteya Demokratîk" e, wekî rêyek ji bo kêmkirin û bidawîkirina hegemonyaya sîstema kapîtalîst.

Yek ji kesên ku başdarî rûniştinên xwendinê bûye, Hanî Mihemed, der barê rûniştên xwendinê de got: "Parêznameyên Rêber lêvegera me ne ji bo têgihîştina tiştên ku em îro dijîn. Her analîzek ku wî di sala 2010`an de nivîsandiye niha pêk tê, ji ber ku ew hem pirsgirêk û hem jî çareseriyê pêşkêş dike, planên ku li dijî gelan têne kirin eşkere dike, ew planên  ku îro li ser erdê pêk tên. "

Mihemed wiha dewam kir, "Em di qonaxek giran de dijîn, ku tê de yekîtiya gelan û projeya Neteweya Demokratîk rastî êrişên berdewam tê. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em hewceyê çareseriyên ku ji hêla rêber ve têne pêşniyar kirin in. "

Nezha Seyfedîn jî diyar kir ku parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gel, bi taybetî gelê Kurd, nexşerêya têgihiştina rastiyan e, ku gelê kurd karibe komployên li dijî nasname û çanda xwe nas bike. Nezha wiha pê de çû, "Tenê Rêber sedeman eşkere dike û ji bo gel têdikoşe. Bêyî ramanên wî, dewletên neteweyî dê hebûna me tune kiriba. "

Nezha wiha dawî li gotinên xwe anî, "Tevî girtina Rêber Abdulla Ocalan û tecrîda li ser wî hatî ferzkirin, em bi ramanên wî re dijîn û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têdikoşin. "

(k)