Parêzgarê Hesekê bi şandeya Wezareta Veguhastinê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê re civiya da ku gavên guncaw ji bo entegrasyona Gerînendetiya Veguhastinê-Şaxê Hesekê di nava sazûmaniya îdarî ya nû de temam bibe.

Parêzgarê Hesekê bi şandeya Wezareta Veguhastinê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şandeya Wezareta Veguhastinê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şandeya Wezareta Veguhastinê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şandeya Wezareta Veguhastinê re civiya
30 tebax, 2026   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed îro bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civiya. Di civînê de merc û gavên guncaw ên ji bo entegrasyona Gerînendetiya Veguhastinê-Şaxê Hesekê di nava sazûmaniya îdarî ya nû de temam bike.

Her wiha mekanîzmayên birêxistinkirina xebatê û yekkirina rêkarên îdarî û pîşeyî hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan daxwazên qonaxa bê û mekanîzmayên hevrêziyê di navbera aliyên eleqedar de nîqaş kirin, da ku xebat û berdewama pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re bi awayekî baş misoger bikin.

(f)