Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegerê dikin

Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegereke bi ewle bo gund û malên xwe kirin, astengiyên li pêşiya vegerê jî didomin. Wêraniya malan û bi cihbûna niştecihên biyanî, hatina werzê zivistanê zehmetiyên koçberan li kampan zêde dike.

Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegerê dikin
31 tebax, 2026   04:12
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegera li gund û bajarên xwe kirin, lê astengiyên li pêşiya vegera bi hezaran koçber didomin. Pêvajoya vegerê piştî bûyera êrişa li ser karwanê yekemîn hatiye rawestandin, koçber banga misogerkirina vegera bi ewle û bi istiqrar dikin, dixwazin ku zehmetiyên ku li kampan dibînin bi dawî bibin.

Bi nêzîkbûna werzê zivistanê, di demekê de ku mal û gundên wan hatine wêrankirin de, derketina ji malên wan tê redkirin, metirsiyên koçberan zêde dibin.

DAXWAZA VEGERÊ BERIYA ZIVISTANÊ DIKIN

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Serhan El Ehmed ê ji gundê El Erîşa ku niha li Kampa Waşûkanî ya li bakurê Hesekê dimîne got: “Lidarxistina çalakiyan û daxwaza vegerê, di encama dîtina zehmetî û rewşa dijwar a ku em niha di hundirê kampan de jiyan dikin derdikeve.”

Serhan El Ehmed diyar kir ku tevî dizanin ku malên wan hatine talankirin, koçber dixwazin zehmetiyên ku ew dibînin ji holê bên rakirin û ew vegerin herêmên xwe.

Serhan El Ehmed da zanîn ku ew bi mijara vegerê ve girêdayî ne, dixwazin ji nû re malên xwe ava bikin, pêşerojeke baş ji bo zarokên xwe dabîn bikin û mafê wan ê perwerdeyê bi dest bixin.

Serhan El Ehmed destnîşan kir ku werzê zivistanê nêz dibe, derdora ji sedî 90 malên li gundê El Erîşa talankirî ye. El Ehmed ji bo ku malbat karibin beriya hatina zivistanê ji bo xwe cihên demkî ava bikin, daxwaza pêkanîna rêkarên vegerê ya bi lez kir.

DAXWAZÊN VALAKIRINA MALAN JI NIŞTECIHAN

Koçberê bi navê Salih El Mierî got: “Piştî 7 salên ji koçberî û zehmetiyan, em ji aliyên peywendîdar dixwazin ku me vegerînin û malên me ji niştecihan vala bikin.”

Salih El Mierî da zanîn ku malên wan hatine talankirin û kesên ji Dêrazorê lê dimînin, ew ji bo ji malên wan derkevin daxwaza 3 hezar dolar dikin.

El Mierî diyar kir ku piştî redkirina niştecihan ji derketina ji malan û daxwaza wan a pereyan, wî gazincên xwe gihandin aliyên peywendîdar ên hikumetê, lê hîn ti bersiv jê re nehatiye pêşkêşkirin.

El Mierî daxwaza misogerkirina vegera wan a ji bo bajarên wan bi awayeke ewle kir.

DEMA XWEST KU MALA XWE VEGERÎNIN BI ÇEKÊ GEF LÊ HAT XWARIN

Koçbera bi navê Fatma El Elî da zanîn ku wê berê xwe da mala xwe, li wir dema daxwaza mala xwe kir bi rêya çekê rastî şantajê hat. Kesên ku di malê de bi cih bûne nexwestin jê derkevin, ji bo derkevin jî daxwaza 3 hezar dolarî kir.

Fatma El Elî diyar kir ku ew di kampan de zehmetiyan jiyan dikin û daxwaza wan a sereke vegera li malê ye, ji bo hêza aliyên hikumetê ya ji bo misogerkirina vegerê û vegerandina milkan gelek pirsên me derdikevin.

Fatma El Elî daxwaza valakirina mala xwe ji niştecihan kir, niştecihên ku ketine mala wê hemû kel û pelên malê desteserkirine.

TAZMÎNAT TÊRA AVAKIRINA MALÊN TALANKIRÎ NAKE

Koçberê bi navê Macid El Ehmed ê ji gundê El Menacîr da zanîn ku divê vegera bi ewle ya koçberan bê misogerkirin, her wiha perwerdeya zarokan jî were dabînkirin.

Macid El Ehmed destnîşan kir ku ji ber lêçûna giran a avakirina malên talankirî, tazmînata ku ji bo koçberan hatiye pêşkêşkirina têrê nake. Divê ji bo destpêkirina careke din avakirina milkên wan pêwîstî bi piştgiriyê heye.

(sb)

ANHA