Parêzgarê Hesekê: Sibe wê komek dîlgirtî were berdan

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed diyar kir ku dê sibe (25 Gulan) dê komeke din a dîlgirtiyên QSD'ê were berdan.

Parêzgarê Hesekê: Sibe wê komek dîlgirtî were berdan
24 gulan, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku malpera Parêzgariya Hesekê parve kirine,  Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ragihand ku dê sibe (25 Gulan) komek din a dîlgirtiyên QSD'ê yên di girtîgehên hikumeta demkî de were azadkirin.

Parêzgar destnîşan kir ku ev yek piştî rêzecivîn û hemahengiyên bi aliyên têkildar ên Hesekê û Şamê pêk tê û got, azadkirina dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de tê kirin.

Nûredîn Ehmed got "Di çarçoveya hewldanên xurtkirina aramî û aştiya navxweyî de, lihevkirin çêbû ku komeke din a dîlgirtiyan were azadkirin.''

Parêzgar desntîşan ki ku ev gav, girîngiya diyalog û têghiştinê di navbera gelên welatekî de nîşan dide, di heman demê de dibe sedem ku bawerî xurt bibe û mercên guncaw ji bo pêvajoyeke bi ewele, tevkarî û bi hev re jiyîn amade dike.

Nûredîn Ehmed got, "berpirsyariya nîştimanî, domandina xebata hevpar hewce dike ku bikeve xizmeta tevahî Sûriyeyan û yekparbûna welat û aramiya wê biparêze û rê li ber parçebûn û aloziyan bigire."

(bb)