Li Hesekê civîna têkildarî pereyên nû û yên kevin

Parêzgarê Hesekê di civînekê de bi hejmarek pevguherkarên pereyan, eleqedarên darayî û bankan li parêzgehê re mekanîzmayên bidawîkirina danûstandina pereyên kevin ên Sûriyeyê û bikaranîna pereyên nû nîqaş kirin.

Li Hesekê civîna têkildarî pereyên nû û yên kevin
Li Hesekê civîna têkildarî pereyên nû û yên kevin
Li Hesekê civîna têkildarî pereyên nû û yên kevin
Li Hesekê civîna têkildarî pereyên nû û yên kevin
Li Hesekê civîna têkildarî pereyên nû û yên kevin
31 tebax, 2026   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed îro bi hejmarek pevguherkarên pereyan, eleqedarên darayî û bankan li parêzgehê re mekanîzmayên bidawîkirina danûstandina pereyên kevin ên Sûriyeyê û bikaranîna pereyên nû nîqaş kirin.

Di civînê de gerînendeyê Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a Parêzgehê Dr. Mihemed Şewqî, gerînendeyê Postexaneyê-Şaxê Hesekê Raşid El Ceryan, nûnerên ji Banka Navendî ya Sûriyeyê-Şaxê Hesekê û hejmarek pevguherkarên pereyan, amade bûn.

Parêzgar li pêşniyar û têbîniyên têkildarî mekanîzmayên danûstandina bi pereyên kevin re, astengiyên ligel proseya guhertina wan guhdarî kir û diyar kir ku dê van pêşniyaran ji aliyên eleqedar re rake da bigihînin mekanîzmayeke birêxistinkirî li gorî xwesteka tevahî welatiyan.

(f)