Li Siwêdayê şerekî giran rû dide

Li gundewarên bakurê rojavayê Siwêdayê şerekî giran di navbera Hêzên Parêzvanên Siwêdayê û hikumeta veguhêz de rû dide.

Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
31 tebax, 2026   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, hêzên hikumeta veguhêz vê êvarê nuqteya Hêzên Parêzvanên Siwêdayê ya li herêma Neqil-Gundê El Mensûra yê bakurê rojavayê bajêr topbaran kir. 

Hate diyarkirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bersiva jêdera topbaranê da û şerekî giran di navbera her du aliyan de derket. Di şer de çekên giran û topên hawanan tên bikaranîn.

Agahiyên der barê encamên şer û windahiyan de nehatin dayîn.

Şer heya vê kêliyê didome.

(bb)