Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15 cotmeh 2024   11:15
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Îmraliyê dan. 

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin. 

 BIRYARA QEDEXEYA DOMDAR

 Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin. 

 Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.