Qirkirina siyasî: Li Enqereyê 10 kes hatin destgîrikirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Enqereyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de girtin ser malan û 10 kes destgîr kirin.

Qirkirina siyasî: Li Enqereyê 10 kes hatin destgîrikirin
21 mijdar, 2023   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ya ku ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve pêk hatin, danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê û endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Semra Demîr jî di nav de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku kesên binçavkirî birine Midûriyeta Ewlekariyê ya Enqereyê.