Parêzeran careke din ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran careke din ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
5 adar, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe yên ku 36 meh in tecrîdkirî ye bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Bi temamî têkîliya Rêber Abdullah Ocalan a bi derve re hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn. Di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê hene.

25’ê Adara 2021’an hevdîtina bi telefonê di nîvî de hatibû qutkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin.