Li Îranê di salekê de 834 kes hatin bidarvekirin

Li gorî saziyên civakî yên sivîl, dewleta Îranê par herî kêm 834 kes bi dar ve kirin. Di 20 salên dawîn de ev cara duyemîn e ev hejmar ji 800’î derbas dibe.

Li Îranê di salekê de 834 kes hatin bidarvekirin
5 adar, 2024   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ku navenda wê li Norwecê ye û Yekitiya li dijî Cezayê Bidarvekirinê (Ensemble contre la peine de mort-ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, rapora salane weşand. Li gorî raporê di sala borî de li Îranê herî kêm 834 kes hatin bidarvekirin.

Saziyan diyar kir ku di sala 2015’an de 972 înfaz pêk hatibûn û ji wê salê ve sala ku herî zêde bidarvekirin lê çêbûye, sala 2023’yan e.

Ev rapora 16’emîn e têkildarî mijarê tê weşandin û tê de hate gotin: “Di sala 2023’yan de hejmara înfazê heqiya (…) Di 20 salên dawî de ev cara duyem e ku hejmara înfazê ji 800’ê derbas dike.”

Bi Çîn û Siûdî Erebistanê re, herî zêde bidarvekirin herî zêde li Îranê çêdibin.

Li gorî raporê di sala 2023’yan de herî kêm 471 kes ji ber sûcên tiryakê, 282 kes jî ji ber cînayetê hatin bidarvekirin. Sala borî herî kêm 22 jin hatibûn bidarvekirin, ev rêje di 10 salên dawî de hejmara herî zêde bû.

Saziyên civakî yên sivîl di rapora bi 100 rûpelî de, diyar kir ku piştî serhildana dawî cezayê mirinê weke “amûrê zexta siyasî” tê bikaranîn.

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, di Îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin û piştre serhildaneke ku mîna wê nehatî dîtin, destpê kiribû.

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmood Amîry-Moghaddam di daxuyaniya dayî de, wiha got: “Tirsandina civakê yekane rê ye ku rejîm xwe li ser deshilatdariyê bigire û cezayê mirinê jî amûra vê ya herî girîng e.”

Li gorî saziyên civakî yên sivîl, di sala 2023’yan de di navbera kesên hatine înfazkirin de herî kêm 8 xwepêşander hene.

Mahmood Amîry-Moghaddam diyar kir ku ew bi fikar in ku ji ber şerê Îsraîl û Hamasê li dijî van înfazan “nerazîbûneke navneteweyî ya xurt” neyê nîşandan.