Di çalakiyên 8’ê Adarê de paqijiyê

Bi  boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Nivîsgeha Jinan a Meclis Navçeya Çilaxa dest bi paqijkirina navçeyê kir.

Di çalakiyên 8’ê Adarê de paqijiyê
Di çalakiyên 8’ê Adarê de paqijiyê
Di çalakiyên 8’ê Adarê de paqijiyê
Di çalakiyên 8’ê Adarê de paqijiyê
5 adar, 2024   12:32
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" pêk tên, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê dest bi paqijkirina navçeyê kir.

Endamên Kongra Star, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, meclisa navçeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdarî gera paqijkirinê bûn.

Beşdar ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel a navçeyê kom bûn û ji peyarêya kolana giştî ya li rojavayê navçeyê dest bi paqijkirinê kir. Piştre taxên rojavayê navçeyê, park û sûka navendî paqij kirin.

 (bb)