Parêzeran careke din daxwaza çûyîna Îmraliyê kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran careke din daxwaza çûyîna Îmraliyê kir
6 sibat, 2024   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî careke din serî li Serdozgeriya Komara Bursayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê da. Parêzeran diyar kir ku dixwazin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin.

Rêber Abdullah Ocalan di dana şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin û tu bersivek ji serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn.

Hevdîtina bi telefonê ya 25’ê Adara 2021’an di nava wextekî pir kurt de di nîvî de hatibû hiştin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin.