Li herêmên hikumeta Şamê tundî, girtin û krîz

Li herêmên hikumeta Şamê di meha Çileyê de jî tundî, krîza debarê, aloziya ewlehiyê û girtina welatiyan zêde bûn.

Li herêmên hikumeta Şamê tundî, girtin û krîz
6 sibat, 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) têkildarî tundî, krîza debarê, zêdebûna alozî û bêîstîqrariya li herêmên hikumeta Şamê raporek weşand.

Li gorî rapora SOHRˊê, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û hêzên alîgirên wê de di Çileyê de 267 kes hatin kuştin.

Her wiha saziyên ewlehiyê herî kêm 33 kes girtin û 7 kes revandin.

SOHRˊê belge kiribû ku 28 sûc ji destpêka îsal ve pêk hatibûn, wekî tundiya navmalî, dizîn û hîn jî bi sedemên nenas û di encamê de 29 kes (3 jê zarok,xw û 5 jî jin) hatin qetilkirin.

Her wiha li gorî SOHRˊê biryarên hikumeta Şamê yên ji bo zexta li ser dikanên pevguherîna pereyan û zêdekirina buhayên sotemeniyê jî êşên welatiyan zêdetir kirin.

(fr)