Li Çilaxayê bîranîna şehîd Viyan Soran

Kongra Star a Çilaxayê bi boneya salvegera şehadeta wê ya 19ˊan, şehîd Viyan Soran bi bîr anî.

Li Çilaxayê bîranîna şehîd Viyan Soran
6 sibat, 2024   13:28
QAMIŞLO

Merasîma bîranînê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Çilaxayê ya kantona Cizîrê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û nûnerên saziyên leşkerî hat lidarxistn.

Di merasîmê de endama Kongra Star a navçeyê Semer Hisên şehîd Viyan Soran bi bîr anî û got: "Viyan Soran nameyek da dijminên mirovahiyê ku dê fikrên Rêber Abdullah Ocalan bimînin.”

Semer wiha domand: "Viyan Soran bi çalakiya xwe ya fedaî hezkirin û pabendiya xwe ya kûr bi Rêber Abdullah Ocalan, gel û doza xwe re nîşan da. Bi wê yekê bû pêşeng û sembola jinan."

Semer soz da ku li ser şopa şehîdan bimeşin, heta azadiya wan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Dûre endama Kongra Star Kerîme Mihemed li ser jiyan û têkoşîna Viyan Soran nivîsek xwend.

Merasîm bi dirûşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ bi dawî bû.

(fr)