Şêniyên Çilaxayê: Divê zimanê me yê dayikê bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê

Xelkê bajarê Çilaxayê got zimanê wan dîrok û nasnameya wan e, divê Ii hemû saziyên dewletê were bikaranîn û di destûra Sûriyeyê de were naskirin.

Şêniyên Çilaxayê: Divê zimanê me yê dayikê bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê
16 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gelê Rojava diyar dike ku ziman ne tenê navgîneke dan û standinê ye, ew dîrok, çand û nasnameya wan e. 

Têkildarî mijarê ji Çilaxayê Xelef Gulê got: "Divê zimanê kurdî qanûnî were naskirin, ne tenê di axaftinê de were gotin ku zimanê kurdî heye û dê mafê gelê Kurd bidin. Mîna zimanê erebî li saziyên dewletê, dibistan û zanîngehan were bikaranîn. Em xelkê resen ê herêmê ne û bi zimanê xwe ve girêdayî ne. Zimanê me dîrok û nasnameya me ye. Li Sûriyeyê pêwîst e mafên siyasî û çandî yên hemû pêkhateyan bidin."

Leyla Elîko jî got: "Ziman nasnameya gelan e, ji gelê Kurd gelek nifşan nikarîbû fêrî zimanê xwe bibin û pê bixwînin. Dîsa jî gelê Kurd zimanê xwe parast. Li Sûriyeyê jî mafê me heye ku di destûrê de ziman bibe yek ji zimanên fermî yên Sûriyeyê. Heke em vê yekê daxwaz dikin nayê wateya em daxwaza parçebûyînê dikin. Gelê Kurd dê her tim daxwaza mafên xwe yê siyasî û çandî bike. Herêmê bi salan bedel dan ji bo bikare mafên xwe biparêze."

Remedan Murad jî got: "Divê di destûra Sûriyeyê de zimanê kurdî were naskirin. Ziman ne tenê ji bo dan û standinê ye, ew hebûn û bîra me ya civakî ye. Heke zimanê me paşguh bikin tê wateya nasnameya çandî ya gelê Kurd paşguh dikin."

(np)

ANHA