Parêzer El Neîmî: Ji bo mafê hêviyê pêk were têkoşîna hiqûqî dewam dike

Parêzer Mihemed El Neîmî diyar kir ku xebatên siyasî û hiqûqî yên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal di girtîgehê de derbas kirine, lewma divê mafê hêviyê bê dayîn.

Parêzer El Neîmî: Ji bo mafê hêviyê pêk were têkoşîna hiqûqî dewam dike
26 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de biryarek dabû û diyar kiribû ku cezayê muebbetê yê giran bêyî îmkana serbestberdana bişert li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn û ev binpêkirina xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tevî ku zêdetirî 10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne jî, dewleta Tirk ji bo bicihanîna wê tu gav neavêtine.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di navbera 17-19’ê Îlona 2024’an de muhleta salekê dabû dewleta Tirk da ku mijara mafê hêviyê careke din di ber çavan re derbas bike.

‘MAFÊ HÊVIYÊ LI GORÎ PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ MAFEKÎ BINGEHÎN E’

Der barê mijarê de hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn El Neîmî diyar kir ku mafê hêviyê li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî mafekî rewa û bingehîn e û got divê cezayê muebbetê bi demeke kurttir li gorî yasayên Tirkiyeyê bê kêmkirin.

Parêzer Mihemed Emîn El Neîmî anî ziman ku dewleta Tirk bi armanca ku Rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bê par bihêle “cezayên dîsîpline" lê dibire.

El Neîmî diyar kir ku dewleta Tirk "cezayê dîsîplînê" ji bo binpêkirina qanûnên navneteweyî bi kar tîne. Her wiha bi bîr xist ku ev ceza ne tenê li Rêber Abdullah Ocalan, lê belê li dijî bi hezaran girtiyên din jî hatiye birîn ku hevdîtina wan a li gel malbat û parêzeran hatiye qedexekirin.

El Neîmî anî ziman ku pêkanînên dewleta Tirk "sûcên dermirovî" ne û got divê dewleta Tirk ji ber van binpêkirinan li dadgehên navneteweyî hesab bide.

Parêzer El Neîmî wiha dom da axaftina xwe: "Rêber Abdullah Ocalan gelek caran banga aştiyê bi Tirkiyeyê re kir. Tevî ku bangên wî yên aştiyê li asta cîhanî de deng veda, lê desthilata Tirk gelek caran lihevkirin binpê kirin."

El Neîmî bi bîr xist ku ji 10’ê Cotmeha 2023’yan ve pêngaveke navneteweyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî a pirsgirêka Kurd heye.

JI BO PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ TÊKOŞÎNA NAVNETEWEYÎ YA QANÛNÎ

Mihemed Emîn El Neîmî der barê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de diyar kir ku hezar û 500 parêzeran nameyek ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şand da ku binpêkirinên xwe rawestîne û mafê hevdîtina malbat û parêzeran û mafên hêviyê bide Rêber Abdullah Ocalan.

El Neîmî bi domdarî got: "Hema bêje rojane peywendî bi saziyên navneteweyî yên hiqûqî re tê kirin. Ji bo têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî amadekariyên lidarxistina gelek çalakiyan tên kirin. Saziyên hiqûqî yên navneteweyî êdî nerazîbûnên xwe li hemberî binpêkirinên li dijî Rêbertî yê ku mafên gelên bindest diparêze, nîşan dan."

Parêzer Mihemed Emîn El Neîmî hêvî kir ku îsal bibe sala aştî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêşbîn kir ku ji ber têkoşîna domdar a gelê Kurd û dostên wan ên li cîhanê biryarên girîng werin dayîn. El Neîmî careke din xwest mafê hêviyê bidin Rêber Abdullah Ocalan.

(bb)

ANHA