Pêkhateyên Sûriyeyê xwest ‘Danezana Destûrî’ bê guhertin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî Danezana Destûrî ya desthilata Şamê da û got divê destûr hêviyên tevahî sûriyeyan bi cih bîne.

Pêkhateyên Sûriyeyê xwest ‘Danezana Destûrî’ bê guhertin
26 adar, 2025   06:17
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Desthilata Şamê beriya demekê Danezana Destûrî îmze kiribû ku pirrengiya li Sûriyeyê li ber çavan negirt û mafên pêkhateyan paşguh kirin. Gelê herêmê li hemberî vê danezanê nerazîbûn nîşan da.

Ji pêkhateyê Kurd Elaa Çaçan got: "Piştî rûxandina rejîma berê ya ku bi dehên salan welat bi agir û hesin bi rêve dibir, me hêviya dîtina guhertineke rasteqîn dikir, lê wisa xuyaye ku rejîma nû jê xirabtir e,ku bi kêmanî hêviyên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi cih nayîne."

Elaa Çaçan diyar kir ku bêyî naskirina mafên hemûyan, ne mumkin e azadî û aştî pêk were û wiha dom da axaftina xwe: "Em dixwazin destûr were guhertin. Divê destûr hêviyên tevahî pêkhateyan îfade bike û sîstemeke nenavendî esas bigire ku mafên rewa yên hemûyan mîsoger bike."

Ji pêkhateya Ereb Necah Nibo danezan red kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Destûr pirrengiya Sûriyeyê di ber çavan re nagire, mafên pêkhateyên Kurd, Suryan, Ermen, Çerkes û êzidiyan paşguh dike. Ev destûr nûnertiya me nake. Em destûreke nû dixwazin ku ji bo tevahî sûriyeyiyan edalet û wekheviyê pêk bîne."

Mehmûd Mamî yê êzidî jî diyar kir ku danezan hêviyên pêkhateyên olî û neteweyî bi cih nayne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Wek êzidî em vê destûrî red dikin, ji ber ku îtîrafê bi mafê me nake. Em dixwazin di zûtirîn dem de destûr were guhertin û bêyî cudabûn mafên tevahî sûriyeyan bigire nav xwe."

(bb)

ANHA