Serhildana Şêx Seîd

Serhildana Şêx Seîd serhildana yekemîn e ku piştî ragihandina sînorên “Komara Tirkiyeyê” bi serokatiya Mustefa Kemal Ataturk, li Kurdistanê dest pê dike.

Serhildana Şêx Seîd
28 hezîran 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

29’ê Hezîrana 1925'an dadgeha leşkerî ya  dewleta Tirk a dagiker ku qaşo dadgeha serbixwe bû, 49 pêşengên serhildanê li ber Deriyê Çiyê yê yê  Amedê  bi dar ve kirin. Yek ji serhildêrên hatin darvekirin, Şêx Seîd kurê Şêx Mehmûdê  kurê Şêx Elî Balo kurê Şêx Huseynê kurê Şêx Haşimê Marûfê kirê Şêx Seîdê Pîran bû.

Şêx Seîd di malbeteke oldar ku li ser şopa terîqeta Neqşîbendî bû, mezin bû. Bapîrê wî Şêx Elî Balo yek ji zanayên serdema xwe bû û xelîfeyê Şêx Xalid Zîbarî yê Neqşîbendî bû. Ew bi wî re çû Şamê. Li Şamê Şêx Xalid emrê xwedê dike, piştre Şêx Seîd vedigere welatê xwe û li gundê Qurdîlek ê Amedê li ba hin xizmên xwe dimîne. Şêx Seîd ji eşîra Elîkan, şaxê wê yê Çimdikan bû. Ew şax jî li qezaya Elemendî bi cih bûne. Piştre Şêx Seîd berê xwe dide qezaya Balo û li wir navê Şêx Elî Balo li wî hat kirin.

Kurê wî Şêx Mehmûd berê xwe da Erziromê û di keleha Xinûsê ma. Li wir bi keça serokeşîrê Tekmanê re dizewice ku ew jê re 6 zarokan tîne. Ew jî Şêx Seîd (mezinê wan), Şêx Diyadîn, Şêx Behadîn, Şêx Tahir, Şêx Ebdurehîm û Şêx Mehdî ne.

Piştî bavê Şêx Seîd, Şêx Mehmûd emrê xwedê dike, Şêx Seîd dibe berpirsê kar û barên tekiyeyê, nexasim ji ber ku birayê mezin bû. Xwedî kesayeteke xurt û hezkirî bû. Ew xwedî ruhekî neteweyî yê kurdî bû.

Yek ji şêxên tekiyê Şêx Seyda bû ku Tirkan ritbeya paşatiyê daye wî, her wiha Şêx Selîm ku bi xwe zavayê Şêx Hezret e. Şêx Hezret jî piştî ku artêşa wî li eniya Urdun-Sûriyeyê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de têk çûye, Mustefa Kemal wek kurekî xwe tîmar kir.

KESAYETA ŞÊX SEÎD Û JIYANA WÎ YA SIYASETÎ

Şêx Seîd di salên 1908-1925’an de derbasî qada siyasî bû, hemwextî berzbûna komeleyên siyasî û civakî yên kurdî. Nexasim kovara Hêvî ya ku bi rêya kurê Şêx Seîd, Elî Rida û kurê Şêx Ubeydellahê Nehrî, Şêx Ebdulqadir Efendî, bi rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê re dan û standin dikirin.

Mîr Ebdurezaq Bedirxan ê ku wê demê li Gurcistanê bû, di 1915’an de nameyek ji bo Şêx Seîd re şand, tê de xwest ew bi komên çekdar ên kurdî yên li eniya Qefqasê re bibe yek û wan qanî bike ku ji eniyên Wan, Bedlîs, Mûş û Erziromê vekişin. Her wiha di nameyê de hatibû gotin ku artêşa Rûsyayê soz daye, ku piştî ew yek were pêkanîn ew ê wan herêman radestî Kurdan bike.

Şêx Seîd berê xwe dide serokeşîra Heydera, Huseyn Paşa Heyderî da ku wî qanî bike. Huseyn Paşa qanî dibe lê mercekî datîne ew jî ku serokeşîrê Hesena Xalid Beg Hesnî razî be.

Şêx Seîd, Xalid Beg kir mêvanê xwe û jê re daxwaza Ebdurezaq Bedirxan got. Xalid Beg jî heman gotina Huseyn Paşa jê re got. Li vir Şêx Seîd ji Xalid Beg re got ku agahiya Huseyn Paşa jê heye, lê belê Xalid Beg ev gotin gihand generalê Tirk Nûrî Weysî ku bi xwe fermandarê operasyonên şer li eniya Erziromê bû.

Tirkan dest bi planan kir da ku Şêx Seîd bê ku haya wî jê hebe, ji herêmê û ji tevahiya Kurdistanê derxînin. Lê piştî wê Şêx Seîd zanî ku Xalid Beg ew nihêniya nameya Bedirxan derxistiye.

Rêberê Feyleqa 7’an a Amedê general Mirsal Paşa hewl da Şêx Seîd qanî bike ku biçe Qonyayê, lê belê piştî ku wî rastiya komployê nas kir, wî qebûl nekir.

GUHERTINA NEXŞEYA KONTROLÊ YA ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Di 1916’an de artêşa Rûsyayê wîlayetên Mûş, Erzirom, Bedlîs, Wan û beşeke Hekariyê dagir kirin û ew herêm radestî milîsên Ermen kirin. Wan milîsan jî li dijî Kurdan sûc û komkujiyên herî qirêj pêk anîn û ji ber wan sûcan zêdetirî ji sedî 90 ji şêniyan ber bi rojava û başûrê Kurdistanê ve koçber bûn.

Di 1917’and e piştî serkeftina şoreşa Belşefî ya bi rêbertiya Lenin, artêşa Rûsyayê ji wîlayetên Kurdî vekişiya û dîsa ew herêm radestî milîsên Ermen kirin.

General Xalid Beg Cibrî ku wê demê rêberê firqeya leşkerî yê artêşa Osmanî ya têkçûyî bû, bang li rêberên Kurd kir ku herêmên Kurdî ji Ermenan rizgar bikin.

General Mustefa Kemaê û Ekrem Cemîl Paşa yê ku di artêşa Şamê de bû, gihîştin Amedê, piştî ku ew li eniya Urdun – Sûriye bi bin ketin.

Hevkar (Îngilîz, Îtalya û Fransa) gihîştin sînorê Stenbolê û piraniya zabitên Tirk sirgûnî girava Maltayê bûn. Îngilîzan jî herêmên Îzmîr, Afyun û Terakya dagir kirin. Fransayê jî Dîlok, Edena, Meraş û Riha dagir kirin. Îngilîzan jî Rewanduz û Zaxo dagir kirin.

Li Amedê Mustefa Kemal hewl da Kurdan bixapîne û soz da wan ku ew ê herêmên wan ên di destê Ermenan de rizgar bike, bi mercê ku ew bibe rêberê artêşê. Lê belê êla Cemal Paşa daxwaza Kemal red kir û gotin ku ev xap e. Ji bo pêkanîna armanca xwe Kemal li Amed, Sêwas û Erzirom bi pêşengên Kurd re civiya û konferans li dar xistin. Di konferansan de Kemal hewl dida general Xalid Beg Cibrî bi pere û bertîlan razî bike, her wiha 100 lîreyên zêrîn dan her beşdarekî konferansê. Lê dîsa jî Xalid Beg razî nebû rêbertiya artêşê bide destê Kemal. Kemal xwe ji serokeşîr û oldarên Kurd ve nêzîk kir wek serokeşîrê Bencinara Xemîlê Çeto û serokeşîrê Rema Emînê Perîxanê.

Piştî ku projeya Kemal naçe serî, ew ji Amedê derdikeve û berê xwe dide zabit û serbazên xwe yên li çiyayê Bozaniyê. Ji wir jî berê xwe da eniya şer a Îspartayê. Li wir Kemal Yewnanî têk birin û ji wê demê ve navê wî bûye Kemal Ataturk (Bavê Tirkan).

Di 3’yê Çileya 1920’an de Kemal bi rêveberiya siyasî ya Lenin re yên li herêma Kamrî ya Rûsyayê dan û standin kir. Ew dan û standin li ser mijara wîlayeta Qers, Artvîn bû, berdêl jî mijara tengava Bosfor û Çenaqla ye.

Di 29’ê Îlona 1920’ande general Xalid Beg Cibrî hemû wîlayetên ku Rûsya jê vekişiyaye, ji Ermenan standin û gihîşt deşta Rewanê û Alegozê ya li nêzî Yêrîvanê.

Di 20’ê Cotmeha 1920’an de Fransa ber bi sînorê bakurê Sûriyeyê ve vekişiya û peymana Sêfir ya ku bendên wê yên 62, 63 û 64’an têkildarî doza Kurdan bû, hat betalkirin. Wê demê jî general Şerîf Paşa balyozê sultan ê Swîsrayê bû. Ew ji Kurdên Silêmaniyê ye û Fransî, Îngilîz û Îtalî endamên şopandina pêkanîna wan bendan bûn.

Di 22’yê Adara 1922’yan de şerê Tirk û Yewnaniyan bi dawî dibe.

Di 27’ê Tebaxa 1922’yan de kongreya Modanya li dar dikeve. Tê de Tirk bi komîteya pêkanîna peymana Sêfir û hin xayînên Kurd we Îsmet Înonû û hin paşayên Amed û Siwêrekê re civiya. Li wir mafê Kurdan di wê peymanê de hat tenazulkirin û Kurd di çarçoveya dewleta Tirkiyeyê de hatin sînordarkirin.

General Xalid Beg Cibrî li hemberî komploya dijmin û xayînên Kurd rêxistina siyasî ya Erziromê ava kir. Ew rêxistin rêxistina yekemîn a têkoşîna niştîmanî bû ku bang li hemû serokeşîr, rêberên milîsan, zabit, oldar û rewşenbîrên azad hat kirin ku tev lê bibin û amadekariya serhildanê bikin. Gelek zabitên wek general Îhsan Nûrî Paşa, Rasim, Xorşîd, Tewfîq, Cemîl û hin zabitên Firqeya 7’an û milîsên Kurd ên ku li eniya Qefqasê de beşdar bûne, her wiha cîgirê parlamentoya berê ya Erziromê Yûsif Zeya Paşa û hin oldar û niştîmanperweran, tev lê bûn.

Di 20’ê Tebaxa 1923’yan de peymana Sêfir hat betalkirin û li şûna wê peymana Lozanê hat îmzekirin. Di wê peymanê de jî mafên Kurdan bi temamî hatin paşguhkirin û tunekirin.

Di 29’ê Cotmeha 1923’yan de komara Tirkiyeyê bi seroketiya Ataturk hat îlankirin.

Di Çileya 1925’an de serokê rêxistinê general Xalid Beg Cibrî û cîgir Yûsif Zeya hatin binçavkirin û li Bedlîsê hatin darvekirin. Li hemberî vê bûyerê Kurdan tu helwest nîşan neda, tevî ku wan dikaribû wan bi hêsanî rizgar bikin. Her wiha Tirkan amadekariya serhildanê kifş kir.

DESTPÊKA SERHILDANÊ

Di 1’ê Sibata 1925’an de endamên rêxistinê ji bo lidarxistina kongreyê li çiyayê Çanê hatin vexwendin da ku dema destpêka operasyonên leşkerî diyar bikin. Di kongreyê de serhildanê dest pê kir û Şêx Seîd ji ber lehengiya wî wek rêberê serhildanê hat hilbijartin. Her wiha komîteya navendî û fermandariya leşkerî ya serhildanê hatin diyarkirin.

Eniya Palo (Xarpêt) ya bi rêberiya Şêx Şerîf, ji 18 hezar şervanan pêk dihat.

Eniya Vartoyê ya bi rêberiya zabit Ebdillah Melkan, kurê Şêx Seîd, Elî Rida û Xelîl Xito, ji 12 hezar şervanan pêk dihat.

Eniya Amedê ya bi rêberiya Heqî Licî ji 10 hezar şervanan pêk dihat û eniya rojavayê Dîcleyê ya bi rêberiya Umer Faro, ji 10 hezar şervanan pêk dihat.

Eniya Madenê ya bi rêberiya birayê Şêx Seîd, Şêx Ebdurehîm, Kemal Fewzî û Mîr Sadiq, ji 7 hezar şervanan pêk dihat.

Eniya Silîvayê ya bu rêberiya Şêx Şemsedîn, ji 10 hezar şervanan pêk dihat.

Eniya Sasonê ya bi rêberiya têkoşerê mezin Ebdurehman Axa Elî Yûnis (Qewmê Çiyê), eşîrên Xerzanê beşdarî wê bûn.

Eniya Botanê ji eşîrên Dêrşewî û eşîra Yaqûb Axa ya li herêma Dihê, her wiha li Şirnexê bi rêberiya Şêx Ebdurehman Garisî.

GIRTINA ŞÊX SEÎD Û RÊBERÊN DIN

Rêberê serhildanê li ser pira Gimgimê li ser çemê Firatê di encama xiyaneta delîlê karwan (Qaso) de hatin girtin. Karwan berê xwe dabû Silêmaniyê da ku li wir bi Şêx Mehmûdê Hefîd û Simkoyê Şikakî re ji bo xwestina alîkariyê civînekê li dar bixin.

Ji artêşa Tirkiyeyê 3 kom û 150 hezar cahşênKurd derbasî qada şer bûn, bi taybetî li Amedê.

Piştî belavbûna xebera girtina Şêx Seîd, berxwedan li hemû eniyan têk diçe.

Rêberên serhildanê rêbaza xwe ya şer guherand şerê kolanan. Şêx Ebdurehîm rêber bû û heftane bi komên şervanan re diciviya û moral dida wan. Berxwedanê heta destpêka Serhildana Agiriyê ya bi rêberiya general Îhsan Nûrî Paşa dom kir. Piraniya şoreşgeran tev li wê serhildanê bûn û berxwedan li çiyayê Sasonê û Melato û eniya Xerzanê nêzî 10 salan dom kir.

KOMKUJÎ Û HEMLEYÊN WÊRANKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK

Zêdetirî 22 hezar pêşeng, paşa, beg û serokeşîr hatin darvekirin. Heta xayîn jî wek Cemîl Çeto ji sêdara Ataturk bêpar neman.

Zêdetirî 700 hezar malbatên şoreşger û niştîmanperwer ji bo herêmên Anadol hatin koçberkirin.

Zêderieî 600 gundên Kurdî hatin şewitandin. Nexasim gundê Alaqemşê di 1962’yand e ku di encamê de hezar û 400 kes hatin kuştin. Ev kiryar jî heta 1928’an dom kirin.

Piraniya welatparêzan derketin derveyî welat da ku ji biryarên dadgehên Kemal, birevin.

Di 29’ê Hezîrana 1925’an de li dijî rêberên serhildanê biryara darvekirinê hat derxistin. Di nav de Şêx Seîd 49 têkoşer li meydana Deriyê Çiya hatin darvekirin. Berî ku Şêx Seîd were darvekirin general Mirsal ji wî xwest ku wesiyeta xwe bibêje. Şêx Seîd got: “Ma kîjan aqilmend li dinyayê wesiyetê li dijminê xwe dike, lê dîsa ez ê bibêjim ku 90 hezar lîreyên zêrîn li banka Stenbolê hene û tûrekî zêr ku leşkerên we di şeva binçavkirina me de ji me dizîne hene. Ez dixwazim hûn wan bidin malbata min tevî ku ez ji we bawer nakim. Ji ber ku îro ez her tiştê xwe ruh û malê xwe fedayî gelê xwe dikim.” Şêx Seîd wê demê 75 salî bû, dema ku ji girtîgeha xwe derketiye li ber derî xatir ji şoreşgeran xwest û got: “Birano bila hûn bizanin ku hûn îro li hemberî gel û xwedê pîroz û mezin in. Bi mirina me gelê me namire lê ew ê bigihîje jiyana azad madem ku zilamên leheng wekî we di nav de hene. Jêdera hêza me hûn in. Hûn wêrisên vê qonaxê ne û em ne poşman in ku em ruhê xwe ji bo we û welat feda bikin. Bawer bikin hûn bibext in û hêviya me ew e ku hûn ji me razî bin.”

PÊNASEKIRINA NIVÎSKARÊ NEMIR XELÎL KALO

Di 1958'an de li Dêrna Qulinga ya kantona Cizîrê ji dayik bûye. Wî li bajarê Tirbespiyê qonaxa seretayî û navînî xwendiye û di 1980'yan de ji beşa jiyolojî ya zanîngeha Şamê derçûye.

Kalo li ser piraniya karûbarên Kurdan û mijarên girêdayî nasnameya wan dûrî nijadperestî û neteweperestî, nivîsandiye. Ji berhemên wî pirtûka pendên Kurdî (ji 200 pendên Kurdî û watetên wan pêk tê) û wergera pirtûka (Bîranînên Şahidekî) ya nivîskar Mela Hisnî Kurd. Her wiha wî 6 pirtûk li ser tevgera azadiya Kurdistanê bi zimanê Erebî nivîsandiye û gelek gotarên di kovar û rojnameyan de nivîsandine. Helbestên wî nêzî 100 helbestî ne. Her wiha 16 klîpên stranan ji helbestên wî hene..

Kalo malbendeke rewşenbîrî bi navê Cegerxwîn li herêma Aliyan ava kir. Tê de bi dehan semîner li ser nasname û çanda Kurdî dan.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) belgenameya endamê serbilind ji ber helwesta wî ya leheng di xizmeta doza Kurdî de, da wî. Her wiha rojnameya Ronahî endamtiya serbilindiyê da wî nexasim ku xelekên xwe bi awayekî domdar di rojnameyê de diweşandin bi taybetî ji pirtûka xwe (Kurdayetî û kirîza kesane).

Kalo di 15'ê Îlona 2015'an de li mala xwe ya gundê Dêrna Qulinga ji ber nexweşiyê emrê xwedê kir.

(Agahiyên di vê dosyayê de xwe dispêrin nivîsên nivîskar Xelîl Kalo ku di 2010'an de li ser serhildana Şêx Seîd hatine weşandin.)

(mh)