Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn

Şêniyên kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn (Îsmaîl El Xelef).

Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Dilbixwîn
30 hezîran 2024   16:21
EYN ÎSA

Ji bo şervanê QSD’ê Dilbixwîn (Îsamîl El Xelef) ê ku 26’ê Hezîranê li bajarê Eyn Îsayê şehîd bibû, merasîmê sersaxiyê li gundê Hemtobêg ê girêdayî Eyn Îsayê hat lidarxistin.

Endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariyê û meclisên leşkerî jî di nav de bi sedan şêniyên kantona Firatê herikîn bin konê sersaxiyê.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Girê Spî Hezai Mihemed axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Mihemed anî ziman ku gelê herêmê ji bo parastina herêmên xwe ji êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, fedakariyan dike û got, "Ciwanên me jî di çarçoveya mafê parastina rewa de herêmên xwe diparêzin."

Hezai Mihemed di dawiyê de destnîşan kir ku gelê herêmê berxwedanê û têkoşînê didomîne û amade ye bi hezaran şehîdan di oxira rizgarkirina herêmên dagirkirî de bide.

Hevserokê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê kantona Firatê Ehmed Xoca got, gelê herêmê bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan ji bo parastina herêmê ji êrişan seferber in.

Xoca destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya gel tune ye.

Xoca soz da ku rêya şehîdan bidomînin ta ku serkeftinê bi dest bixin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şx)

ANHA