Sîwana rojnamevanên jin ên sûriyeyî: YRJ

28`ê Hezîranê salvegera 4`emîn a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jinan e. Yekitiyê di demeke kurt de ji nûçegihanên jin re bû sîwan û hewl dide nûçegihanên jin ên sûriyeyî bike yek.

Sîwana rojnamevanên jin ên sûriyeyî: YRJ
28 hezîran, 2024   06:17
QAMIŞLO
MÎDYA HENAN

Jinên Kurd ji derketina rojnameya yekemîn bi navê Kurdistanê ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Berdixan li paytexta Misrê Qahîreyê 22’yê Nîsana 1898`an ve, di rojnamegeriya Kurd de gavên girîng avêtin. Rewşen Bedirxan ji rojnameyê re nivîsî û di nivîsên xwe de hêviyên gelê Kurd, çand û mîrasa kurdî rave kirin.

Bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re dawiya salên 1980`yî bi pêşengiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê projeya azadiya jinan pêşkêş kiriye, asoyên rojnamegeriya jinan firehtir bûn.

Ragihandina azad di serdema borî de, dengê jinan di qada ragihandinê û birêxistinkirina civakê ji aliyê bîrdozî û çandî de, bilind kir. Her çi qas deng û xîtaba jinan li ser rêgezên azadiyê û demokrasiyê were bilindkirin, derfetên bidestxistina azadiyê û avakirina civakê li ser bingeha neteweya demokratîk, zêdetir dibin.

Gurbetellî Ersoz, mînakeke wan jinan e ku di qada ragihandinê de deng vedaye. Ronakbîr û rojnamegera şoreşgerî Gurbetellî Ersoz yekemîn rojnamevan bû ku rêveberiya edîtoriyê ya dezgehên çapemeniyê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kiriye. Wek jineke kîmyager, ronakbîr, nivîskar û rojnamevan û şoreşger, dîrok nivîsî. Ji zîhniyeta civakê rizgar bûbû û bi kesayeta xwe ya serhildêr û xurt dihat naskirin. Ew beriya 27 salan şehîd bû.

7`ê Cotmeha 2013`an ji bo birêxistinkirina ragihandina jinan li çiyayên Kurdistanê û di salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz de, hevalên wê Yekitiya Ragihandina Jin (RAJIN) ava kir.

Şehîd Şîlan Aras bi rê ket û çû Rojhilatê Kurdistanê, ji bo ku hin lêkolînên girêdayî jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bike, lê nekarî armanca xwe bîne cih, ji ber ku desthilata Îranê dema Şîlan Aras gihaşt welêt, şehîd xist.

Rojnamevan Denîz Firat dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Şengalê û Mexmûrê li Başûrê Kurdistanê dişopandin, şehîd bû.

Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 19`ê Tîrmeha 2012`an re, derfet li pêşiya jinan vebû ku careke din rola xwe ya çalak û pêşeng bilîzin. Cihê xwe di avakirina dezgehên çapemeniyê yên wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), rojnameya Ronahî, kanala Ronahî, kovara Dengê Jiyanê,  Kovara Asoyên Jin, kanala JIN TV, Radyo Star, kanala Rojava TV girt.

Di oxira ragihandina rastiya şoreşê de gelek rojnamevanên jin şehîd bûn. Mîna Agirî Yilmaz (Meryem Mihemed) ku dema pêngava rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê dişopand, 13`ê Nîsana 2015`an şehîd bû. Arîn Cûdî (Ahîn Fayiq Îbrahîm) di encama teqîna mayînekê li herêma Hol a Hesekê sala 2016`an şehîd bû. Eylûl Nûhilat (Ronahî Omer) ku li herêmên Şehbayê dema pêngava rizgarkirina gundewarê Şehbayê ji çeteyan 20`ê Mijdara 2016`an dişopand, şehîd bû. Şîlan Botan (Rîm Xeşman) ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li dijî çiyayên Qereçoxê yên bajarê Dêrikê, 25`ê Nîsana 2017`an şehîd bû. Dilîşan Îbiş, nûçegihana ANHA`yê ku di êrişa xwekuj a çeteyên DAIŞ`ê de 12`ê Cotmeha 2017`an de şehîd bû. Rûhenda Efrîn ku di Berxwedana Serdemê de li Cindirêsê sala 2018`an şehîd bû. Dilovan Gaver (Dîlan Olmaz) ku di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Girê Spî de, 13`ê Cotmeha 2019`an şehîd bû.

SÎWANA YEKITIYA ROJNAMEVANAN Û BIRÊXISTINKIRINA WAN

Ji fermandarên Tevgera Jina Azad û rojnamevan Şevîn Bîngol ku 7`ê Tebaxa 2019`an şehîd bûye, li gel şehîd Nûjiyan Orhan ku 23`yê Adara 2017`an li Şengalê şehîd bûye, bingehên Yekitiya Ragihandina Jinan danîn. Dûre Yekitiya Ragihandina Jin 27`ê Hezîrana 2020`an di konferansa xwe ya yekemîn de hate avakirin. Ji wê demê ve YRJ ji tevahî rojnamevan û rojnamegerên jin re bû sîwan û ew kirin yek.

Yekitî armanc dike ku rojnamegeriyeke azad û alternatîf û girêdayî jinan ava bike. Ev rojnamegerî, têkiliyên hilberandina kapîtalîzmê di ragihandinê de red dike. Rola jinan û dozên wan û rola wan a civakî dûrî aliyên çandî, olî, kêmneteweyî, neteweyî û çînî dike rojev. Li gorî yekitiyê, zîhniyeta baviksalarî ne tenê li dijî jinan e, lê belê bandor li gelek aliyên jiyanê dike. Ji ber wê di wê baweriyê de ye ku civak tenê bi rizgarkirina jinan azad dibe, dozên wî çareser dibe û civakeke siyasî û ekolojîk tê avakirin.

YRJ paradîgma demokrasiya ekolojîk û azadiya jinan ji kar û xebatên xwe re esas digire. Dixwaze civakê hişyar bike, kesayeteke demokratîk, azad û durist ava bike. Zemîneke xurt biafirîne ji bo ku her kes di civakê de bikare nêrîna xwe derbirîne. Siyasetên netewedewletê yên ku destkeftiyên gel û jinan binpê dikin, xwezayê wêran û dagirkir dikin, aşkera bike. Li hember tevahî helwestên zayendperestî ku jinan bê qîmet dikin, tê dikoşe. Ji bo guhertina zîhniyeta desthilatdar ku mêr çalak û jin amûr dibîne, têkoşînê bidomîne û wekheviyê di navbera her du zayendan de di ragihandinê de, bisepîne.

Berdevka YRJ`ê Arîn Siwêd bal kişand ser destkeftiyên yekitiyê, plansaziya wê û bi bîr xist ku yekitî di dîroka têkoşîna kurdan de, bûye şahidê gelek rûdaw û rastiyan ên ku dewletên desthilatdar li dijî gel dimeşîne û hewl dide wî qir bike. Arîn destnîşan kir ku di têkoşîna ji 46 salan ve de berdewam 100 rojnamevan şehîd bûn di nav de 28 rojnamevan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.

Arîn bi navê yekitiyê tevahî rojnamevanên şehîd bi bîr anîn û got: "Bi saya şehîd Şevîn Bîngol a ku roleke mezin di avakirina yekitiyê de lîstiye, bal hate kişandin ser YRJ`ê."

Li gorî Arîn yekitiyê di çend salên dawîn de, nîqaşên bi rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firehtir kir ji bo ku rola wan di şoreşê de, erka wan û çawa bikarin civakeke siyasî bi pênûsên xwe ava bikin û ji bo wê gelek panel û komxebat li dar xist.

Arîn wiha domand: "Em ê hewl bidin xwe bigihînin tevahî rojnamvanên li Sûriye û Rojhilata Navîn. Ev yek ji armancên me yên pêşerojê ne."

Arîn destnîşan kir ku yekitî armanc dike xwe bigihîne tevahî rojnamevanên Sûriye û Rojhilata Navîn j ibo ku zîhniyeta baviksalariyê biguhere, zimanê ku bi rêya wê bikarin dozên rizgarkirina jinan çareser bikin, pêş bixin. Arîn soz da ku rêgeza ragihandina azad biparêzin û bi rêya pênûsên xwe bibin deng û rengê rastiyê.

(şx)

ANHA