Rewşenbîr: Nameya dawîn a Rêber Abdullah Ocalan rêya bidawîanîna tundiyê ye

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temir diyar kir ku piştgiriya banga aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin berpirsiyariyeke neteweyî û exlaqî ye, her wiha peyama wî ya dawî rêya bidawîkirina tundiyê ye.

Rewşenbîr: Nameya dawîn a Rêber Abdullah Ocalan rêya bidawîanîna tundiyê ye
1 adar, 2026   07:40
HESEKÊ

Di salvegera yekem a ragihandina banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku 27'ê Sibata 2025'an hataibû kirin, Rêber Abdullah Ocalan nameyek nû sand. Di nameyê de bangek eşkere ji bo hemû pêkhateyên civakê hebû ku beşdarî avakirina îstîqrarê û afirandina derfetên nû ji bo diyalogê bibin.

Der barê mijarê de rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê nêrînên xwe ji ajansa re anîn ziman.

Berdevkê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Mihemed Nûrî El Ehmed diyar kir ku banga ku Rêber Abdullah Ocalan a di 27'ê Şibata 2025'an de kiribû û nameya wî ya di salvegera yekemîn a bangê de şandibû gavên girîng ber bi demokratiyeke kamil ji bo gelek pirsgirêkên ku li Tirkiyê û deverê asê mane ve ye.

Mihemedî Nûrî El Ehmed anî ziman ku nameya dawîn a Rêber Abdullah Ocalan rêya bidawîkirina tundiyê ye, nemaze piştî siyasetên înkarê ku bûn sedem PKK'ê çek rake.

El Ehmed da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di bangê de girîngiya hebûna dîrokî ya gelê Kurd û mafê wê yê beşdariya siyasî destnîşan dike û wiha domand: "Girîngiya vê bangê dihêle ku pêvajoya aştiyê bibe bingeha avakirina siberojeke aram a li ser esasê hemwelatîbûna qanûnî, rêzdariya li mafên tevahî pêkhateyan."

El Ehmed îşaret pê kir ku ezmûnê îsbat kir ku ev nêzîkatî hişt ku asta aloziyê li hundirê Sûriyeyê kêm bibe û derfeta diyaloga di navbera pêkhateyan de xurt bibe, lew ra jî ev bang di nava qeyranên ku li Rojhilata Navîn û herêmê rû dide xwedî giraniyeke mezin e.

El Ehmed da zanîn ku piştgiriya pêvajoya aştiyê berpirsyariyeke neteweyî û exlaqî ye û got, analîzên Rêber Abdullah Ocalan rêya derketina herêmê ji aloziyan û bidestxistina aramiyeke demokratîk a mayînde ye.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Idrîs El Yûnis bi bîr xist ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfetek ji bo bidawîkirina şer û tundiyan e û diyar kir ku aramî ne bi hêzê, lê bi diyalog û çareseriyên siyasî tên bidestxistin.

Idrîs El Yûnis anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku avakirina xwişk û biratiya gelan û mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan, di serî de yên gelê Kurd de divê di çarçoveyeke qanûnî û demokratîk de be ku welatîbûnê biparêzê û mafên hemû aliyan di saziyan de mîsoger bike.

El Yûnis bal kişand ser vê yekê ku tevgerên di hundirê parlamentoya Tirkiyeyê de û hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re zemîna rasteqîn a vejandina pêvajoya aştiyê ye. El Yûnis, di serî de rewşenbîr bang li hemû beşên civakê kir ku piştgiriyê bidin banga Rêbertî û rê nedin şer vegere.

Idrîs El Yûnis di dawiya axaftina xwe de got: "Rêber Abdullah Ocalan teqez dike ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiye û tevahî herêmê di naskirina mafan û diyaloga siyasî de ye."

(ac/bb)

ANHA