Panoramaya hefteyê: Li Lubnanê xefkek li benda El Şera ye

Rojnameyan di rojevên hefteya borî de bandorên destwerdana muhtemel a Şamê di Lubnanê de, girîngiya Lubnanê ji bo Îranê, her wiha rageşiya di navera Îsraîl û Îranê de û gefên wê li ser Rojhilata Navîn nirxandin.

Panoramaya hefteyê: Li Lubnanê xefkek li benda El Şera ye
14 hezîran, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Vexwedina serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê bo Washingtonê, girîngiya Lubnanê ji bo Îranê, her wiha hişyariyên ji torên rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de wekî rojevên sereke yên medyaya erebî derketin pêş.

‘EL ŞARA JI BO WASHINGTONÊ HAT VEXWENDIN… GELO HIZBULLAH HEDEF E?’

Rojnameya El Ereb cih da vexwendina serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara bo Washigtonê ku dê di navîna vê Hezîranê de pêk were. Hate gotin, ev serdan guhertineke mezin di têkiliyên Sûriye-DYA’yê de nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, vexwendin bi daxuyaniyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ve girêdayî ye ku îhtîmala lîstina rolekê di şerê li dijî Hizbullahê de li Lubnanê nîşan dide. Ev yek rê li ber îhtîmalên tevlêbûna Şamê di nav rêkeftinên nû yên ewlehiya herêmî de vedike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku rêveberiya DYA‘yê wekî tevkarekî muhtemel di kontrolkirina sînorê Lubnan-Sûriyeyê, rêgirtina li ber desteka lojîstîk bo Hizbullahê dibîne. Ev yek jî di çarçoveya siyaseta zêdekirina zextê li ser Îranê û hevalbendên wê de tê kirin.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku "Beşdariya Şamê di şerekî rasterast ê li dijî Hizbullahê de rastî pirsgirêkên mezin ên siyasî û ewlehiyê tê, nemaze ku armancên pêşîn ên desthilata nû ya Sûriyeyê ji nû ve avakirina dewletê, pêkanîna aramiya navxweyî, hesasiyeta dosyaya Lubnanê û pirsgirêkên herêmî ye.”

GIRÎNGIYA LUBNANÊ JI BO ÎRANÊ!

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar kir ku Lubnan hîn jî elementek sereke di stratejiya Îranê de ye û Tehran bandora xwe li Lubnanê wekî pelika dan û standinê ya herî girîng di dan û standinên xwe de bi DYA û welatên Kendavê re dibîne.

Li gorî rojnameyê, Îranê piştî kêmbûna hebûna xwe li Sûriyeyê beşek girîng ji bandora xwe ya herêmî winda kiriye, lê hîn jî hewl dide ku Lubnanê wekî xalek zextê ya siyasî û herêmî biparêze.

‘ARÎŞEYÊN ÇÊKIRÎ HERÊMÊ DIWESTÎNIN’

Rojnameya El Xelîc hişyarî da ku gera dawîn a aloziyê di navbera Îran û Îsraîlê de qelsiya aramiya li herêmê nîşan dide û agirbestên dubarekirî nebûn çareserî, ew tenê dibin agirbestên demkî û sedemên bingehîn çareser nakin.

Rojnameyê diyar kir ku rageşiyên berdewam ewlehî û aramiya herêmê tehdît dikin û metirsiyên li ser aboriya cîhanî, ewlehiya enerjiyê û rêyên navneteweyî yên veguhastinê zêde dikin, her wha bang li civata navneteweyî kir ku hewlên xwe ji bo çareseriyên siyasî zêde bike da ku dawî li aloziyê bîne û rê li ber ketina Rojhilata Navîn ber bi pevçûneke berfirehtir ve bigire.

(bb)