Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin

Tîma Hîlal ku di 11’ê Hezîranê (2026) de bi serkeftinekê kete Sûper Lîga Sûriyeyê, ji aliyê gelê Qamişloyê ve hat pêşwazîkirin.

Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin
Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin
Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin
Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin
Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin
Tîma Hîlal li Qamişloyê hat pêşwazîkirin
13 hezîran, 2026   18:57
QAMIŞLO

Tîma Hîlal ji aliyê gelê bajarê Qamişloyê ve hat pêşwazîkirin. Di 11’ê Hezîranê (2026) de Tîma Hîlal bi serkeftinekê kete Sûper Lîga Sûriyeyê. Îro lîstokvanên tîmê bi otobûsek mezin hatin bajarê Qamişloyê û ji aliyê gel ve bi def û zirne û keyfxweşiyê hatin pêşwazîkirin. 

Tîm destpêkê li Çerxerêya Rojava rawestiyan û piştre li navenda sûka Qamişloyê daketin û bi gel re govend gerandin. Piştre bi konvoyekê li nava bajêr geriyan.

Îro demjimêr 19.00’an li Parka Azadî serkeftina Tîma Hîlal dê bê pîrozkirin.

(bî/k)

ANHA