Panoramaya Hefteyê: Îsraîl li ser destwerdana Sûriyê li Lubnanê bi fikar e

Îsraîl ditirse ku destwerdana Sûriyeyê li Lubnanê dê bandora Tirkiyeyê li ser sînorê wê yê bakur zêde bike. Li aliyekî din Beyrût dikare bibe meydaneke şer a mezin. Li Irqaê jî nakokiyên nû yên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) de hewldanên ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestandiye.

Panoramaya Hefteyê: Îsraîl li ser destwerdana Sûriyê li Lubnanê bi fikar e
28 hezîran, 2026   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rikberiya Tirkiye-Îsraîlê li herêmê, rewşa Lubnanê û herêma Kurdistaanê kirin.

 ‘ÎSRAÎL XWE JI SENARYOYA DESTWERDANA SÛRIYEYÊ RE AMADE DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî daxuyaniyên rayedarên DYA‘yê yên girêdayî destwerdana muhtemel a Sûriyeyê li Lubnanê nivîsî. Hate gotin, Îsraîl bi fikar daxuyaniyên Amerîkî yên têkildarî îhtîmala dayîna mîsyona şerê li dijî Hizbullahê bo Sûriyeyê dişopîne. Rojnameyê diyar kir ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjemin Netanyahu bi mijara nîqaşkirina bandorên vê senaroyayê banga civîneke ewlehiyê ya diyarker kir.

Li gorî rojnameyê, Tel Avîv bicihkirina leşkerî ya Sûriyeyê di nav axa Lubnanê de red dike û ditirse ku ev yek bi têkiliya nêzîk a di navbera Enqere û rayedarên Sûriyeyê yên heyî de bibe sedema berfirehbûna bandora Tirkiyeyê li ser sînorê wê yê bakur.  Her wiha hate gotin ku hawirdorên îsraîlê ketina hêzên Sûriyeyê ya nava axa Lubnanê wekî "Senaryoyên herî xirab" dibînin ku dibe hevsengiyên hêzan li eniya bakur biguhere.

Rojnameyê her wiha îşaret pê kir ku "hin aliyên îsraîlî pêşniyara Amerîkayê wekî derfetekê ji bo lawazkirina Hizbullahê dibînin, hin din jî wekî gefeke stratejîk dibînin ku derî li pêşiya kaosên nû yên herêmî veke. Lê çavdêr, axaftina li ser rola Sûriyeyê ji plana pêkanîna wê bo demek dirêj wêdetir wekî amûra zexta siyasî dibînin."

‘KRÎZÊN ZÊDETIR DIKEVIN RÊYA AVAKIRINA HIKUMETA HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ`

Rojnameya El Ereb jî cih da nakokiyên nû yên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de. Hate gotin demeke dirêj di ser hilbijartinên parlamentoyê re derbas bûye, lê ev nakokî hewldanên avakirina hikumeta Herêma Kurdistanê dixitimînin.

Têkildarî nakokiyan, rojnameyê wiha nivîsand: "Nakokî li ser parvekirina cih û postan di hundirê saziyên herêmê de ye. YNK hewl dide bi rêya hevalbendiyên nû cihê xwe yê siyasî xurt bike. Di heman demê de, PDK mafê xwe yê rêvebirina hikumetê li gorî encamên hilbijartinê diparêze ku bûne sedema mezintirîn bloka parlamentoyê."

Rojnameyê îşaret pê kir ku tawanbarkirina hev a PDK û YNK‘ê krîzeke kûrtir a têkildarî xwezaya pergala lihevkirinê ya li herêmê nîşan dide û ev nirxandin kir: "Hilbijartin li şûna ku rê li ber çareseriyeke zelal vekin ku bibe dergehê avakirina saziyên rêveberiyê bi lez û bez û bi bandor, veguheriye xaleke destpêkê ji bo torên dirêj ên dan û standinên siyasî."

BEYRÛT: QADA SEREKE YA NAKOKIYÊ BI ÎRANÊ RE

Malpera Asas Media diyar kir ku Lubnan yek ji wan welatan e ku dibe di serdema pêş de bibe qada ceribandina sereke ji bo sînorên desthilata Îranê, piştî têgihîştina demkî ya di navbera Tehran û Washingtonê de.

Malperê destnîşan kir ku krîzên aborî û siyasî yên ku Îran pê re rû bi rû ye, dibe ku wê neçar bike xwe bi sermayeyên xwe yên herêmî ve girêbide, di nav wan de di serî de qada Lubnanê.

Rojnameyê nivîsî ku aramiya heyî dibe ku demkî be, ji ber ku nakokiyên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê, mûşekên balîstîk û bandora herêmî berdewam dikin, di heman demê de welatên Kendavê dixwazin dikin ku garantiyên di derbarê ewlehiya herêmî û nedestwerdana di karûbarên navxweyî yên dewletên Ereb de di her rêkeftinek daîmî de werin çesipandin.