YRJ; ji belgekirinê heta ragihandina dengê jinan  

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) destnîşan kir ku xebatên wan tenê bi belgekirinê re sînordarkirî nîn in, ji bo avakirina çapemeniyeke demokratîk û azad ku bibe jêderek ji bo hemû jinan û dengê jinan bike yek, dixebite.

YRJ; ji belgekirinê heta ragihandina dengê jinan  
28 hezîran, 2026   04:24
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Îro salvegera damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a 6`emîn e. Avabûna YRJ’ê di Kongreya Rojnamevanên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 3`yemîn de (28 Hezîran 2020) hate ragihandin.

YRJ bi komeke ku ji çend rojnamevanên jin li ser fikra “ragihandineke azad a jinan” dest pê kir, ev yek bi nêrîneke jinan ku pê nimûneyeke çapemeniyê ya alternatîf ava kir, pêk tê. YRJ niha wek jêdereke ragihandina jinan e ku dozên civakî, jîngehî, aborî û siyasî dişopîne.

Di heyama salên de ku şer û ambargo li dijî herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebû, rojnamevanên jin ne tenê li pişt ekranan, li eniyên pêş jî kamare û pênûsên xwe ji bo belgekirina têkoşîna gelan li hemberî dagirkeriyê bi kar anîn.

Di vê rêyê de rojnamevanên jin ên mîna Cîhan Bîlgîn, Dilîşan Îbiş, Eylûl Nûrhilat, Rohenda Efrîn, Dilovan Gever û Arîn Cûdî heta dawiyê heqîqeta heyî nivîsand. Ev rojnamevan di oxira deng û rengê xeta çapemeniya jinan de şehîd bûn.

Der barê mijarê de berdevka YRJ`ê Emel Mihemed axivî û salvegera YRJ`ê ya 6`emîn li hemû jinan û rojnamevanan pîroz kir.

Emel Mihemed got: “Armanca me ji avakirina yekitiyê ev e ku em xwe bighînin hemû rojnamevanên jin ên li Sûriyeyê, bi taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Me birêxistinbûna xwe jî li ser esasê danîna planan û çareserkirina astengiyan ava kir.”

Emel Mihemed ev gotin li axaftina xwe zêde kir: “Piştî kongreyê ji ber şerên ku derketin rewşa herêmê hate guhertin, tevî ku bandor jî li tevgera me ya di hundirê YRJ`ê de bû jî, lê yekitî xebatê xwe domand û ked da ku encamnameya kongreyê pêk bîne.”

Emelê destnîşan kir ku wan gelek rojnamevan perwerde kirine û wiha pê de çû: “Me ji pirsa ‘em wek jin dê çawa tê bikoşin?’ dest pê kir. Di şoreşê de rojnamevanên jin rastî êrişên dijwar hatine, bi balafirên bê mirov ên bi çek rêhevalên me şehîd û birîndar bûn. herî dawî jî li Kobanê hikumeta demkî ya Sûriyeyê, ji bo ku rojnamevanên jin bê deng bike hewl da kamerayên wan ji wan bigirin. Lê wan rojnamevanan karê xwe domand.”

DERKETINA LI HEMBER GOTARA NEFRETÊ Û AŞKERAKIRINA HEQÎQETÊ

Emel Mihemed bal kişand ser astengiya herî mezin a heyî ya zêdebûna gotara nefretê li Sûriyeyê û got: “Em wek rojnamevan pirs dikin; rola me çi ye? Hewldanên hinek aliyan dihêlin ku baweriya di navbera pêkhateyan de xirab bibe û dijminahiyê ava bike. Dozên girtina jinan, destdirêjî û hevberdana jin û mêran, zêde bûye. Me heqîqeta van dozan derxiste holê, heke jinek rastî destdirêjiyê hat, çi qasî alî hewl bidin ku rê li ber derxistina rastiyê bigirin, divê em heqîqeta wê derxin û biweşînin.”

Emel Mihemed got: “Piştî hatina hikumeta demkî ya ser desthilatê, diviyabû çapemeniya Sûriyeyê bi awayekî cudatir xebatê xwe kiriba, lê fikrên azad tune bûn, pêwîst bû li ser esasê biratiya gelan, gotina heq û hesabxwestina ji kesên ku heqîqetê vedişêrin, hatibûya avakirin. Lê me ev tişt nedît, ji ber ku tenê em ê bi yekitî û hevkariyê rizgar bibin, me wek YRJ panelên der barê van mijaran de li dar dixin.”

Têkildarî encamnameya Konferansa YRJ`ê ya 4`emîn ku di 8`ê Mijdara 2025`an hatibû lidarxistin, Emel Mihemed got: “Di konferansê de îşaret bi girîngiya bingehên ku pê jin parastina destkeftiyên xwe bikin, hate kirin. Heke jin bi yekitiya xwe û hêza xwe ava nekin, dê bi binkeftinên domdar brer û bi rû bibin. Astengiyên ku jinan û rojnamevanên jin, hîn jî tên paşguhkirin. Heke em wek YRJ nebin bersiv û em wan neparêzin, wateya yekitiya me namîne. Em ji bo parastina rojnamevanên jin dixebitin.”

Emel Mihemed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di demekê de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pêvajo heye (Peymana 29`ê Çileyê), hedefa me ew e ku em hemû biryarên konferansê pêk bînin. Di vê yekê de astengiyên heyî derbas bikin, yekrêziya rojnamevanên jin ava bikin û dengê jinan bigihînin hemû jinên li Sûriyeyê. Li ser vî esasî wê xebata me ya dema bê li ser bingeha hêzeke heqîqî ya heqîqetê be. Hetanî ku zehmetiyên bedenî û fikrî jî bên dîtin, em ê bi ser bikevin û dengê jinan bikin yek.”

(sb)

ANHA