Sebzeyên havînê li Aliyan; çavkaniyeke sereke ya debarê

Li devera Aliyan a li gundewarên Çilaxa hilberîna sebzeyên havînê stûna çandinî û debara jiyanê ya sereke ye. Lê lêçûnên zêde û kêmbûna piştgiriya çandiniyê zehmetiyên cotkaran zêde dikin.

28 hezîran, 2026   06:48
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Devera Aliyan ku li gundewarên Çilaxayê ya herêma Cizîrê ye, yek ji deverên çandiniyê yên sereke ye ku sebzeyên havînê hildiberîne. Ev çandinî ji bo gelek malbatan çavkaniyeke sereke ya debarê ye û pêdiviya bazara herêmê peyda dike.

Li devera Aliyan bi hatina havînê re salane xebatên çandiniyê dest pê dikin, li qadên berfireh xiyar, bacan, bacanên reş, bamya, îsot, tirozî, xirtik, zebeş, kartol, gundor, kundir, milûxî û gulberoj tên çandin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê li Çilaxayê salane bi qasî 65 hektar erdê çandiniyê li gundewarên bajêr bi sebzeyên havînê têne çandin û berhem ji destpêka havînê heta dawiya Îlonê têne firotin.

GIRÎNGIYA ABORÎ Û CIVAKÎ

Sektora çandiniya havînê xwediyê gelek aliyên aborî û civakî ye. Ev celebê çandiniyê ji bo bi dehan karkerên çandiniyê derfetên kar ên demsalî peyda dike û ji bo gelek malbatan jî ku xwe dispêrin şandiniyê, çavkaniya jiyanê ye.

Ew di heman demê de dibe egera xurtkirina çalakiya bazirganî li bazarên herêmê û berhemên teze bi bihayên kêmtir li bazarê peyda dike.

AVDANA BI BÎRAN Û ENERJIYA ROJÊ

Cotkarên li devera Aliyan ji ber havînên germ û hişk ên herêmê bi giranî xwe dispêrin çavkaniyên ava binerd û hin çavkaniyên ava sererd ji bo avdana zeviyên xwe.

Pompeyên avê bi jeneratorên mazotê yan pergalên enerjiya rojê têne xebitandin ku ev yek lêçûnên çandiniyê zêde dike.

LÊÇÛNÊN ZÊDE BARÊ COTKARAN GIRAN DIKE

Tevî girîngiya jiyanî ya vê sektorê, cotkar ji ber zêdebûna a lêçûnên hilberîna çandiniyê gelek dijwariyan dikişînin.

Cotkaran diyar kir ku buhayên kel û pelên çandiniyê îsal bi pir zêde bûne, buhayê toneke semadê gihaştiye nêzîkî 800 dolarî. Buhayên dermanên kêzikan jî zêde bûne, niha buhayê pakêtekê bi qasî 13 dolarî ye ji bo her doninekê.

Wekî din, buhayê lîtreya mazorê ya ku ji bo xebitandina pompên avê tê bikaraanîn ji dora 525 lîreyên Sûrî gihîştiye 88 sentan, her wiha heqdesta karkeran jî zêde bûye, lewma lêçûnên hilberînê pir bilind bûne.

Vê rewşê hin cotkar neçar kiriye ku avdanê kêm bikin an jî karanîna seman û dermanên kêzikan k;m bikin, ku ev yek bandorek neyînî li ser çawenî û mîqdara berhemên wan kiriye.

COTKAR: QEZENC TÊRA LÊÇÛNAN NAKE

Cotkarê bi navê Mihemed Şerîf Birhik ê ji gundê Xirabê Reş ê li bakurê Çilaxayê salane bi qasî 150 doniman bi sebzeyên havînê diçîne.

Birhik diyar kir ku buhayên bilind ên semad, sotemenî û dermanên kêzikan, îsal barê cotkaran giran kiriye.

Birhik destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê zêdebûn lêçûnan e, lê di heman demê de kêbûna yan zêdebûna buhayan li bazaran jî pirsgirêk e ku hin berhem bi buhayên ku têra lêçûnên hilberîna wan nakin têne firotin.

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Cotkaran diyar kir ku zêdebûna berdewam a lêçûnên hilberînê bêyî piştgiriya rastîn ji bo sektora çandiniyê dê di siberojê de bibe sedema kêmbûna deverên çandiniyê.

Cotkaran bang li rayedarên têkildar kir ku piştgirî bidin sektora çandiniyê û buhayên sotemeniyê yên ku di xebitandina projeyên çandiniyê de têne bikaranîn kêm bikin, da ku çandina sebzeyên havînê berdewam bike.

(k)

ANHA