Panorama Jin 2024

Tevger û rêxistinên jinan di nava şoreşa jinan de anku Şoreşa 19`ê Tîrmehê, di sala 2024`an de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê koşiyan, asta xweparastinê bilind kir, destkeftiyên jinan parastin, felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” a Rêber Abdullah Ocalan belav kirin û jinên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn li dor xwe kom kirin.

Panorama Jin 2024
30 kanûn, 2024   06:10
QAMIŞLO
SÎMABIROKÊ

Tevger û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2024ˈan mohra xwe li xebatên, perwerde, siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî xist. Li hemberî van destkeftiyan jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên pêşeng ranewstiyan. Em ê di vê dosyayê de balê bikişînin ser xebatên jinan ên di nava salekê û êrişên li ser jinên pêşeng û destkeftiyên wan.

PERWERDE

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran semîner, perwerde û şîretkariyên têkildarî hevjiyana azad, jin û malbat, zagona malbatê, zewaca bi temenê biçûk, pirjinî, çanda şerê gel ê şoreşgerî, guhertin û veguhertina zîhniyeta baviksalarî û zayendperest, qetilkirina jinan, xweparaastina jin, şerê gel di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo jin, ciwan û mêran hatin dayîn.

ÇALAKÎ Û KOMXEBAT

Li herêmê meşên jinan ji bo rakirina biryara darvekirinê li dijî çalakvanên jin ji aliyê rêjîma Îranê hatine girtin, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, tundiya li dijî jinan, qetilkiin û revandina jinan li herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, piştgiriya hêzên leşkerî û YPJ, banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

27`ê Çileyê Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist.

24`ê Sibatê Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" bernameya çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê eşkere kir. Rêzeçalakî ji 24`ê Sibatê heta 8`ê Adarê berdewam kir.

27`ê Sibatê Akademiya Jineolojî û Akademiya Zanistên Civakî li bajarê Tebqayê bi dirûşma “Bi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê ve” komxebatek li dar xist.

2`yê Adarê li ser asta Sûriyeyê ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo nîqaşkirina “8`ê Adarê roja berxwedanê” û “Siyaset û binpêkirinên li dijî jinan” panelek hat lidarxistin.

8`ê Adarê li 7 kantonên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

10`ê Adarê Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê derbarê “Jineolojî” komxebatek li dar xist.

10`ê Adarê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi navê "Rola jinên rojnamevan û nûçegihan di guhertina civakê de" li bajarê Qamişlo li dar xist.

6`ê Gulanê Yekîtiya Jinên Ciwan Jinên ciwan konferansa “Pêşengiya jinên ciwan di şoreşa jinê de” li bajarê Qamişlo konfransek li dar xist.

20`ê Gulanê Meclisa Jin a Sûriyeyê li bajarê Helebê kongra xwe ya 2`emîn li dar xist.

25`ê Gulanê Meclisa Jinên Suryan li Sûriyeyê kongra xwe ya 5`emîn li bajarê Qamişlo li dar xist.

30`ê Hezîranê-2`ê Tîrmehê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 4`emîn konfransa xwe li dar xist.

25`ê Tîrmehê Kombûna Jinan a Zenûbya civîna xwe ya salane li bajarê Tebaqayê li dar xist.

Di Tebaxê de Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzepanelên diyalogê li 7 kantonên herêmê bi sernavê "Pêşxistina têkoşîna şoreşa jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de" li dar xist.

8`ê Tebaxê Kombûna Jinan a Zenûbya li ser asta (Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrzorê) konfransa “Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan” li dar xist.

20`ê Tebaxê Meclisa Jin a Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê 3`emîn kongra xwe li dar xist.

25-26`ê Îlonê Akademiya Jineolojî bi tevlêbûna jinên ji rêxistinên jin li herêmê, Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê, li bajarê Hesekê 2`emîn konfransa xwe li dar xist.

2`yê Cotmehê Kongra Star di çarçoveya pêngava “Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li bajarê Qamişlo konfransa `Sosyolojiya Azadiyê` li dar xist.

7`ê Cotmehê Yekîtiya Jinên Ermen li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê 2`yemîn kongra xwe li dar xist.

16`ê Cotmehê Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê 3`emîn kongra xwe li bajarê Reqayê li dar xist.

18-19`ê Cotmehê Nivîsgeha Jin di Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê bi dirûşma “Yekîtiya jinên Sûriyeyî misogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye” li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê li dar xist.

21`ê Cotmehê Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta “Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê” konfranseke taybet bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

10`ê Mijdarê Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê di bin dirûşma "Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî eşkere kir û di heman rojê dest pê kir û heta 25`ê Mijdarê berdewam kir.

10`ê Mijdarê Meclisa Jin a Sûriyeyê semînerek bi sernavê “Koçberî û pandorên wê li ser jin û civakê” li bajarê Qamişlo li dar xist.

11`ê Mijdarê Komîteya Têkilî û Itîfaqyên Siyasî ya Demokratîk a Kongra Star 3`emîn konfransa xwe li bajarê Hesekê li dar xist.

11`ê Mijdarê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan û Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bernameya xwe ya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Cîhanê (25`ê Mijdarê) eşkere kir.

25`ê Mijdarê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 2`emîn Komxebata Jin û Parastin a Rojhilata Navîn bi dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêz e, jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” li bajarê Tebqayê li dar xist.

HEDEFGIRTINA PÊŞENGAN

18`ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê Endama Kongra Star Feryal Silêman Xalid bi destê ajanên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hat şehîdxistin.

11`ê Sibatê di encama êrişa bi balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser avahiya Federasyona Gaziyên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li bajarê Qamişlo Fermandara YPJ`ê ya gazî Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan) û Şervana YPJ`ê ya gazî Azadî Dêrik (Emîne Seyîd Ehmed) şehîd bûn.

3`yê Nîsanê Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sorxwîn Celal (Vahide Atalay)  û Şervanan YPJ`ê Arîn Kobanê di encama bombebaran balafirên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê şehîd bûn.

3`yê Cotmehê Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jînda Cûdî (Xezal Belge) di encamê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bajarê Amûdê-Qamişlo de şehîd bû.

27ˈê Cotmehê şervanan YPJ`ê Tolîn Pelşîn Baz (Emîna Ehmed) di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Minbicê şehîd bû.

10`ê Mijdarê Fermandara YPJ`ê Hêvî Umut (Sidiya Ehmed) di encamê êrişa balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Şengalê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

1`ê Kanûnê Şervana YPJ`ê Berçem Kobanê (Zeyneb Mihemed) li bajarê Kobanê di encamê êrişa bi balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

8`ê Kanûnê de di berxwedana Tişrîn û Qereqozaq de şervanên YPJ`ê Arjîn Reşîd Merwan (Berfîn Mihemed) û Zeyneb Welat (Zeyneb Mihemed) şehîd bûn.

10`ê Kanûnê Kombûna Zenûbyayê şehadeta endamên xwe yên bi navê Qemer El-Sûd, Ayişa Ebdulqadir û Îman ên ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Minbicê hatin qetilkirin ragihand.

19`ê Kanûnê YPJ`ê Avaşîn Rustem Cûdî (Irûba Elî El Kino) di berxwedana Bendava Tişrînê di encama êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

19`ê Kanûnê Nûçegihana ajansa ANHA`ê Cîhan Bîlgîn li ser rêya di navbera bajarê Sirînê û Bendava Tişrînê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek şehîd bû.

RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ

4`ê Sibatê YPJ`ê jineke êzidî bi navê Kovan Îdo Xorto ya ji gundê Herdan ê Şengalê ya Başûrê Kurdistanê, bi rêya `Operasyona Mirovî û Ewlehiyê` de li Kampa Holê rizgar kir.

1`ê Tebaxê YPJ du jinên êzdî yên bi navê Ezîza Elî (25) tevî zaroka bi navê Xonav li Kampa  û Tewaf Dawûd Çeto (24) li ser sînorê Sûriye-Iraqê ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

DÎPLOMASÎ

6`ê Tebaxê şandeyek ji Şengalê ya Başûrê Kurdistanê serdana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir.

18`ê Kanûnê parlamenterê Katalonyayê Robîn Wagnsberg, parlamenter û seroka Partiya Yekitiya Gel Carles Albert ji bo piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê serdanan YPJ`ê kir.

Li gorî agahiyên ku me ji Komîteya Têkilî û Itîfaqyên Siyasî ya Demokratîk a Kongra Star girtine di sala 2024`an de şandeyek ji Almanyayê, kesayetên ji Amerîkayê û Ewropayê ji bo lêkolînkirina rewşa jinan li herêmê serdan komîteya têkiliyan a Kongra Star kirine.

Şandeyek ji Kongra Star ji bo serdanan saziyan û lidarxistina civînan serdanan Alamanya û Sîwîsrayê kirye. Li wan deveran hevdîtin bi Serokê Kantona Ziyorîx Fabyan Molîna û Parlementera Almanî Gukay Akubult, Zanîngeha Ziyorîx, Çalakvanan Siyasî Maryon Boker, Koalîsyona Jinan a Navneteweyî, saziya Forensis Architecture (girêdayî belgekirina sûcên li dijî mirovahiyê) û Navenda Spore Initiative (Insiyatîfeke ku hunerê bi ekolojiyayê girê dide) kirin.

Şandeyek ji Kongra Star û Akademiya Jineolojî ji bo hevdîtina bi kesayetên jin û rêxistinên jinan ên Misr, Sûdan, Yemen û Iraqê serdanan Misrê û Iraqê kir.

NIVÎSGEH

18`ê Gulanê Weqfa Jin a Azad li Sûriyeyê li bajarê Helebê nivîsgeheke xwe vekir.

13`ê Cotmehê Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star li taxa Şêxmeqsûd navendeke tiba xwezayî vekir.

21`ê Mijdarê Fermandariya Navendî ya Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Hesekê avahiya navendî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) vekir.

23`yê Kanûnê Meclisa Sûriyeya Demokratîk li bajarê Şamê navendeke xwe vekir.

KAMPANYA

12`ê Tebaxê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) li dijî birayarên darvekirinê yên ji aliyê rêjîma Îranê ve derbarê rojnamevan û çalakvanên jin de hatine dayîn, kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” da destpêkirin. Ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tûnis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin.

21`ê Tebaxê Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo zarokan kampanyayeke bi dirûşma “Ji bo zarokatiyeke tendurist… başî û parastin… pêşveçûn û hişmendî” ragihand.

ÇAND Û HUNER

Di 1-2`ê Adarê de 9`emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

4`ê Adarê filmê muzîkal ê bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jinan a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat hat pêşandan.

Bi boneya 28`emîn salvegera Şehadeta Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) a ku di 30`ê Hezîranan 1996`an de di encama pêkanîna çalakiyeke fedayî li Dêrisma Bakurê Kurdistanê, li ser asta Kantona Firatê û Kantona Cizîrê Festîvala Şehîd Zîlan hate lidarxistin.

6-9`ê Îlonê bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe" Festîvala Şehîd Berçem a 2`yemîn a Çand û Hunera Jinan li bajarê Kobanê ku ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn tê bixistinkirin, hat lidarxistin.

5-12`ê Cotmehê ji bo bîranîna Şehîd Arîn Kobanê Desteya Çandî ya Kantona Firatê bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyê (TEV-ÇAND) Festîvala Şanoyê yak `Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê` ya 3`yemîn li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

29`ê Mijdarê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymangeha Bilind a Huneran li bajarê Hesekê Peymangeha Bilind a Huneran hat vekirin.

JÎNGEH

8`ê Çileyê Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava pêngava ku ji sala 2023`yan bi dirûşma "Avakirina daristanan li dijî çolbûnê" dest pê kiribû, domand. Ew pêngav bi dirûşma "Ji bo hebûna xwe li dijî qirkirina jinan û xwezayê û pêkanîna azadiyê em li ber xwe bidin" heta 4`ê Nîsanê dewam kir.

11`ê Gulanê Nivîsgeha Jin di Şaredariya Gel a bajarê Amûdê de “Bexçeyê Jin” vekir.

7`ê Adarê Şaredariya Gel li bajarê Reqayê “Baxçeyê Jin” vekir.

ANHA