‘Şervanên QSD’ê planên dijminan têk birin’

Parêzer û siyasetmedarên ji kantona Firatê diyar kir ku senaryoyên ku dewleta Tirk a dagirker danîne, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine têkbirin.

‘Şervanên QSD’ê planên dijminan têk birin’
30 kanûn, 2024   03:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Parêzer û siyasetmedarên ji kantona Firatê têkildarî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û Ii hember plan û êrişên dagirkeriyê berxwedana şervanan, nêrînên xwe ji ajansa re parve kirin.

Parêzer Mistefa Şêx Mislim der barê êrişên di demên dawîn de yên li derdora Tişrînê de û derdora bajarê Kobanê got: “Em dikarin bêjin piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê bi destê çekdarên opozîsyonê, ew çekdarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn, xwestin ku cihê xwe di vê herêmê de bigirin, lê ev yek rastî berxwedana dîrokî hatin, ta roja îro ev berxwedan berdewam dike.”

‘ŞERVANÊN ME EW SENARYOYÊN HEYÎ TÊK BIRIN’

Şêx Mislim da danîn ku mebesta dewleta Tirk a dagirker ku dewleta Tirk bikare vê herêmê dagir bike û da ku di siberoja Sûriyeyê de, dengê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz bike û got: “Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê her tim dixwaze bi van êrişên xwestekên me lawaz bibin, her wiha îradeya me pûç bibe, lê berovajî vê yekê ew berxwedana ku niha li hember dijmin dibe, ew senaryoyên ku niha dewleta Tirk li pêş çekdarên xwe anîbûn neqişandin, şervanên QSD`ê hemû têk birin, wê hîn jî ew berxwedana şervanan berdewam bike, ta ku em bigihêjin Sûriyeke demokratîk wekî ku gelê Sûriyeyê behsa demokrasiyê dikin, bi rengekî bi em bikarin jiyaneke hevbeş, bê şer û pevçûn bijîn.”

Mistefa Şêx Mislim destnîşan kir ku gelê Kobanê bi tevahî ji yên temen biçûk heya mezin di nava tevgerê de ne û got: “Her kes çi li kolanan çi di saziyan de, her wiha çi di parastinê de, tîmeke xwe ava kirine da ku di saetên êvarê de, tax, kolan, gund, bajar û herêmê bi giştî diparêzin ji her senaryoyên ku mimkun e biqewimin, parastinên dikin. Lê tîmên ku ji bo parastina axa xwe hatiye avakirine, ev yek senaryoyan têk birin û şervanên me bi ruhekî fedayî li ber xwe didin ji bo parastina gel xwe û axa xwe, hêza vîna şervanan her tim li planên dijmin têk dibin.”

‘DEWLETA TIRK PÎVANÊN MIROVAHIYÊ BINPÊ DIKE’

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Firatê Bekir Hec Îsa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet bajarê Kobanê rastî gefên dewleta Tirk tên. Hec Îsa axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk bi hemû planên xwe yên qirêjî li hemberî vî gelî pêk tîne û pîvanên mirovahiyê binpê dike, her wiha rojnamevanan, ambulans, binesaziyan û saziyên sivîlan hedef digire.”

Bekir Hec Îsa diyar kir ku gelê bajarê berxwedanê Kobanê xwedî li wê berxwedana dîrokî û keda şehîdên xwe derkevin û piştgiriya hêza xwe bikin û wiha pê de çû: “Pêşniyarên QSD`ê ji bo pêşeroja Sûriyeyê em dest didin wan, em ê xwedî li desteka QSD`ê derkevin. Bi rastî îro şervanên di eniya pêş de şerekî layiqî gelê me li hember dijmin li ber xwe didin û tê dikoşin. Şervanên me nahêlin dijmin tu gavan bi pêş de biavêjin. Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye, şer ji bo destkeftiyên hemû pêkhateyan e.”

Hec Îsa da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze di van sedsalan de me bê par bihêle, lê em bang li hemû kesên siyasetmedar, rewşenbîr û kesên serbixwe dikin ku divê xwedî li vê berxwedana Kobanê û li hêza xwe derkevin, em jî xwedî li vîna gelê xwe derkevin û xwedî mîrasa berxwedana Kobanê derkevin.”

ANHA