Panorama Hefteyê: Tevgera Îsraîlê li Sûriyeyê û têkiliya Tirkiyê bi hevlbendê wê re

Çavdêran gera Netanyahu ya sînorê başûrê Sûriyeyê wekî gaveke siyasî û stratejîk a bêhempa nirixand. Li aliyekî din hevalbendên Tirkiyeyê helwstên xwe diguherin û hebûna Enqerê ya herêmî tevngav dikin. Şerê li Ukraynayê welatên Ewropî ne aram kiriye.

Panorama Hefteyê: Tevgera Îsraîlê li Sûriyeyê û têkiliya Tirkiyê bi hevlbendê wê re
23 mijdar, 2025   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên  hefteya borî rewşa başûrê Sûriyeyê, têkiliyên Tirkiyeyê bi hevalbendên wê re û şerê Ukraynayê nirxandin.

 ‘PEYAMA NETANYAHU JI BO BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊˊ

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser serdana serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu a ji başûrê Sûriyeyê re kir û diyar kir ku peyameke xeternak ji bo Sûriye û herêmê ye.

Rojnameyê diyar kir ku serdegirtina Îsraîlê ji bo deverên Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma berê zêdetir bû, ev jî li gorî yasayên navneteweyî û peymana 1974ˊan binpêkirin e.

Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu hewl die bi hinceta parastinê kaxiza Durziyên Siwêdayê bi kar bîne, armanca wê bicihanîna rewşa ewlehiya nû ye da ku Îsraîl destwerdana yekser li başûrê Sûriyeyê wekî ya li başûrê Lubnanê bike. Rojnameyê nivîsî ku Îsraîl hewl dide nexşeyên nû li gorî projeya "Rojhilata Navîn a Nû" xêz bike, li gel nebûna tu amadekariyên Îsraîlê ji bo piştgiriya dan û sandinên ji bo serweriya Sûriyeyê û Lubnanê misoger dikin an jî vekişîna ji herêmên kontrol kiriye.

HEVALBENDÊN TIRKIYÊ WÊ TENGAV DIKIN

Rojnameya "El Nehar" a Lubnanê bal kişand ser tiştê ku wekî "guhertinên tevlihev" di têkiliyên Tirkiyê bi hevalbendên xwe yên herî nêzîk de bi nav kir. Ew jî piştî ku Azerbaycanê mûşekên pêşketî yên "C-Breaker" ên Îsraîlê wergirtin. Vê gavê di nav Tirkiyê de fikarên berfireh derxistin holê, ku ew hêdî hêdî ji hêla Bakûyê ve ji hevkariya leşkerî ya bi Enqereyê re bi dûr dikewve, tevî hebûna pergalên mûşekan ên Tirkiyê yên hevrik ên wekî mûşekên "Atmaca".

Rojnameyê diyar kir ku tevlêbûna nişka ve ya Kazaxistanê li "Peymana Abrahamê" zextên li ser Tirkiyeyê zêde kirine, ji ber ku dewleta Tirk ew di Meclisa Dewletên Tirkiyeyê de hevalbendeke stratejîk didît.

Rojnameya "El Nehar" destnîşan kir ku ev rêzeguhertin Enqereyê radixe pêşiya pirsên zehmet ên teşeya hebûna wê ya herêmî û asta şiyana wê ya parastina hevsengiyên herêmî digel nêzbûna zêde di navbera hevalbendên wê û Îsraîlê de.

 ‘ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ EWROPA WESTANDIYE’

Rojnameya El Xelîc di rojeva xwe ya îro de girîngî da krîza rûbirûyî Ewropayê di fînansekirina şerê Ukraynayê de li gel krîza wê ya hundirîn.

Rojnameyê diyar kir ku li gorî texmînên Komîseriya Ewropayê, ji YEˊyê tê xwestin ku ji bo piştgiriya Kîevê di salên bê de bi dehan milyaran peyda bike. Lê dewletên Ewropayê bi xwe jî zehmetiyên deynan û aboriyê dikişînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku pêdiviya lêgerîna li fînansekirina şer bi kedeke mezin heye, lê niha ji ber parçebûnên siyasî, krîzên aborî û civakî yên têkilhev bûne, zextên lêçûnên leşkerî ew yek nayê peydakirin. Bi wê re xwepêşandanên berfireh li dijî kêmkirina lêçûnên civakî û şandina pereyan ji bo piştgiriya şerê li Ukraynayê li dar dikevin.

(k)