Panorama hefteyê: Şerê DYA-Îranê û bilindbûna rastgirên tundraw

Şerê Amerîka-Îranê ku tengavên Hurmuzê, Bab El Mendeb daye ber xwe bandorê li Iraq û welatên kendavê jî kiriye. Li aliyekî din jî li Ewropayê rastgirên tundraw bûne li pêş in û Lubnan bi guhertinên girêdayî siberoja çekên Hizbullahê  û rola dewletê ve rû bi rû ye.

Panorama hefteyê: Şerê DYA-Îranê û bilindbûna rastgirên tundraw
20 îlon, 2026   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Amerîka-Îranê, bandorên wê li ser tengavên Hurmuz û Bab El Mendebê, bilindbûna rastgirên tundraw li Eworpayê, her wiha rewşa Lubnanê û Hizbullahê rojevên hefteya borî yên medyaya erebî bûn.

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê berfirehbûna şerê Amerîka û Îranê de gotarek bi sernavê "Îran û şerê wekîlan" weşand. Hate gotin, şerê li ser xaka Îranê veguheriye qada hêzên girêdayî Tehranê. Rojnameyê cihekî taybet ji bo Yemen û Bab El Mendebê veqetand.

Li gorî rojnameyê, ev pêşketin "Veguhertineke jeostratejîk di hevsengiya ewlehiya deryaya Sor û kendava Erebî" de ye. Ev yek berfirehbûna bandorên şer li deverên li derveyî qada pevçûnên rasterast nîşan dide.

Heman rojnameyê di gotara bi navê "Nimuneya kendavî" de îşaret bi bandorên şer li ser rewşa siyasî û aborî ya welatên kendavê kir. Di gotareke din a bi navê "Dersa dîrokê Iraqê îstisna nekiriye" de jî bandorên muhtemel ên şer li ser Îranê hatine şîrovekirin.

Rojnameya Ukazê jî di gotara bi sernavê "Ewlehiya Siûdî ne kaxezeke dan û standinan e" de, bal kişand ser êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî. Hate gotin, Erebistana Siûdî ne qada tesfiyekirina hesaban e.

Rojnameya El Quds El Erebî jî gotarek bi sernavê " Ji portekîzî heta Îraniyan armanca kontrolkirina Bab El Mendabê" weşand. Di gotarê de bal kişand ser dîroka stratejîk a kerîdora deryayî.  Li gorî rojnameyê şerê li ser kerîdorên deryayî bi pêşbaziya li ser rêyên bazirganî û enerjiyê ve girêdayî ye.

BILINDBÛNA RASTGIRÊN TUNDREW LI EWROPAYÊ

Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Çima Gurbûna Rastgirên tundrew?" weşand.  Di gotarê de behsa serkeftina partiya Alternatîf ji bo Almanya (AfD) di hilbijartinên herêmî de hat kirin ku wê bi kêmbûna baweriya bi partiyên kevneşopî û hikûmetên hilbijartî ve girêda.

Hate gotin, beşek ji dengên ji bo rastgirên tundrew "dengek protestoyê li dijî nêzîkatiya hikûmetê û nekarîna wê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan" bû, ku nîşan dide ku kêmbûna baweriya bi elîtên siyasî, digel şert û mercên aborî û civakî û rola medyaya civakî, bûye sedema mezinbûna populerbûna tevgerên populîst.

Malpera Independent bal kişand ser têkiliya di navbera bilindbûna "Alternatîf" bi helwesta Ewropayê ya li ser şerê li Ukrayna û Rûsyayê. Di gotarê de îşaret bi helwêstên partiyê yên daxwaza rawestandina alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê û bidawîanîna cezayên li ser Rûsyayê hat kirin. Hate gotin, pêdiviya Moskovê di serketina di hilbijartinên welatên din nîn e,  tenê li benda encamên wan bimîne.

Rojnameya El Nehar a Lubnanî di gotara bi sernavê "Zextên Amerîkî ji bo vekişandina çekan li bakurê Litanî... Îsraîl Hizbullah dorpêç dike û şertên danûstandinê bilind dike" de bal kişand li ser zextên Amerîkî û Îsraîlê yên têkildarî çekên Hizbullahê û şertên danûstandinê. Her wiha bal kişand ser têkiliyên berdewam ên Hizbullahê bi Îranê re û zêdebûna daxwazên Îsraîlê di her pêvajoya danûstandinê de bi Lubnanê re.