Panorama hefteyê: Hewlên pêkanîna agirbestê li Xezayê 

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cihê dan rewşa li gundewarên Heleb, Idlib û Hemayê, şerê li Xezayê û bandora wê li têkiliyên Erebistana Siûdî- Îranê. Dîsa jî tevgerên Tirkiyeyê yên li Iraqê rojeva hin rojnameyên erebî bû.

Panorama hefteyê: Hewlên pêkanîna agirbestê li Xezayê 
12 mijdar, 2023   05:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetan a hikumeta Şamê der barê geşedanên li gundewarên Idlib, Hema û Helebê de nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de bal kişand ser armancên êrişên hikumeta Şamê yên li dijî gundewarên Idlib, Hema û Helebê bi taybet Çiyayê Zawiyê û Sehl Xab û hat gotin: “Armanca êrişan ew e ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe bi rêxistin nekin û êrişên mîna ya li djiî Dibistana Leşkerî ya Humsê carek din pêk neyên.”

 AXAFTINA LI SER PÊVAJOYA DEMKÎ Û AGIRBESTEKE MIROVÎ LI XEZAYÊ

Der barê geşedanên dawîn li Xezayê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku axaftina li ser pêwîstiya pêkanîna agirbesteke mirovî di navbera Îsraîl û Hemasê de li Zivala Xezayê zêde bûye. Li beramber wê, divê gelek kesên dîl hatine girtin, serbest bên berdan. Li ser asta pêvajoya demkî jî, rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên erebî, got di 3 rojên pêşîn de, zêdetirî rayedarekî rojavayî nêrîn der barê pêşeroja rêveberiya Zivalê de piştî şer pêşniyar kiriye. Lê di heman demê de îşaret pê kir ku niha girîngiyê didin gihandina alîkariyên mirovî û pêkanîna agirbesta mirovî.  Heman çavkaniyan destnîşan kir ku pêşeroja Zivalê divê bibe beşeke çareseriya giştî.

ŞEREKÎ DEMDIRÊJ

Der barê şerê li Xezayê de jî rojnameya El Cimhûriye ya Lubnanê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat gotin, “Heke Misir ji ber zexta manewî deriyê sînor ê Refehê li pêşiya koçberan veke, Îsraîl koçberkirina beşekî mezin ê niştecihên Xezayê aramnc dike. Eger ev pêk were, Îsraîl beyî ku di aliyê bejayî de êriş bike û bikeve Xezayê, dê bigihêje armanca. Piştre dê bi çareseriya siaysî bi beşdarî û fînanseya navneteweyî û erebî bifikire. Dibe ku Îsraîl piştî xwe vekişandina ji plana operasyona bejahî, şerê ji hal xistinê dimeşîne. Ev tê wateya ku li pêşiya Xezayê mehên dijwar hene û dibe ku bandorê li tevahî dewletên Rojhilata Navîn bike.”

HELWESTA SIÛDIYÊ LI HEMBER ŞERÊ XEZAYÊ

Tora El Hura jî di raporeke xwe de behsa helwesta Erebistana Siûdî ya li hember geşedanên li Xezayê kir. Di raporê de hat gotin ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê Mîrzayê Siûdiyê Mihemed Bin Selman dixe rewşeke  zehmet. Hat bibîrxistin ku Amerîka û Ewropa, Siûdiyê dehf didin ku piştî Hemasê roleke pêşeng li Xezayê bilîze, komên xwecih û herêmî jî bang li Riyadê dikin ku piştgiriya Filistîniyan bi awayekî çalaktir bike. li gorî rojnameyê, welatên rojavayî jî şerê domdar ê Xezayê wek firsendekê dibîne ji bo ku nexşerêya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike yan jî rêz bike.

TEVGERÊN TIRKIYE LI IRAQÊ

Rojnameya El Ereb cih da tevger û çavnebariyên dewleta Tirk li hember Iraqê. Di nûçeya rojnameyê de îşaret bi lawaziya berxwedaniya Iraqê li hember serweriya derve bi taybet ya welatên cîran (Îran û Tirkiye) hat kirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk jî hewl dide wekî Îraniyan serweriya xwe li Iraqê çêbike. Li gorî rojnameyê, ji tevgerên balyozê Tirkiyeyê û karsazên Tirk ên li parêzgehên başûrê Iraqê diyar dibe ku dewleta Tirk hêvî dike ku li cihên çavkaniyên sereke yên petrola Iraqê bi cih bibe.