Kobanî: Em bi axa xwe ve girêdayî ne

Welatiyên Kobanê destnîşan kirin ku hêzên navneteweyî li hember êrişên li ser Kurdan têne kirin xemsar in û diyar kirin ew axa xwe bernadin û dê heta nefesa dawî wê biparêzin.

Kobanî: Em bi axa xwe ve girêdayî ne
12 mijdar, 2023   03:40
KOBANÊ

Welatiyên Kobanê têkildarî êrişên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê, nêrînên xwe parve kirin.

Welatiyê bi navê Geylanî Îbrahîm Hisên anî ziman ku ew dev ji xaka xwe bernadin û wiha dom da axaftina xwe: “Tirkên dijmin nabin dost. Ew dijminê bav û kalan e ku bi tevahî cureyên çekan êriş Kurdan dike. Dijmin çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne û êriş herêmên me dike. Lê bila baş bizane ku em dev ji axa xwe bernadin û em ê heta nefesa dawî wê biparêzin.”

Hisên bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan jî û got: “Çima ev bêdengî? Gelo tiştên bi serê me tên hûn nabînin yan jî nabihîzin? Hûn li hember gelê me û doza wî xemsar in. Vaye Erdogan bi durûtî ji bo Xezayê digrî, lê bi awayekî herî hovane êriş me dike. Em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin, axa me gora me ye, em nahlin dagirker têkeve vir.”

Welatiya bi navê Deyndar Şêx Ebdî got, dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne û ev li gotinên xwe zêde kirin: ′′Diyar e ku gelek dewlet pê re hevkar in, ji ber ku çawa dikare bi çekên kîmyawî êriş çiyayên Kurdistanê bike û kesek wan êrişên wê şermezar neke. Dewleta Tirk saziyên sivîl û binesaziya ku xizmeta bi milyonan kesî dikin, kirin hedef. Ev sûcên li dijî gelê me nayên qebûlkirin. Em ê bêwestan û bênavber kar bikin ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.”

Welatiyê bi navê Feyad Şikrî bal kişand ser piştevaniya cîhanê ya bi berxwedana Kobanê re û got: “Cîhan li hemberî DAIŞ′ê piştgirî da Kobanê û serî hilda. Lê ev piştgirî îro rawestiya. Kurd rû bi rûyî dijminê herî hovane ye ku armanc jê qirkirina gelê Kurd e. Gelo çima cîhanê piştgiriya bi Kurdan re rawestand? Civata navneteweyî tev de îro behsa êşa filistîniyan dikin. Êşa bi serê Kurdan jî tên heman in. Tirkiye gelê me dikuje, avahî û saziyên me wêran dike.”

Şikrî di dawiya axaftina xwe  anî ziman ku gelê Kurd bi kuştinê qir nabe û got, ′′Gila dewleta Tirk baş bizanibe ku ji şoreşa Şêx Seîd ve, hewl dide me tune bikin, lê bi bin ketin û dê bibin kevin.”

(şx)

ANHA