Panorama hefteyê: DYA’yê êrişan pêk tîne, Tirkiye tevgerên xwe li Iraqê zêde dike

Aloziya di navbera Washington û milîsên Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê de zêde bûn ku bi xwe re fişarên li ser Biden jî zêde kirin. Dewleta Tirk a dagirker jî tevgerên xwe li Iraqê û Başûrê Kurdistanê li dijî YNK`ê zêde kirin. Li aliyekî din rageşiya li ser sînorên Lubnanê careke din dest pê kir.

Panorama hefteyê: DYA’yê êrişan pêk tîne, Tirkiye tevgerên xwe li Iraqê zêde dike
4 sibat, 2024   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan gûrbûna aloziyê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û milîsên Îranê de, tevgerên Tirkiye li Iraqê û Başûrê Kurdistanê û aloziya li ser sînorên Lubnanê.

`ÊRIŞÊN TOLHILDANÊ YÊN BIDEN ÊN LI ROJHILATÊ NAVÎN XETEREYÊN SIYASÎ BI XWE RE TÎNIN`

Rojnameya El Quds El Erebî der barê êrişên DYA’yê yên li ser hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriye û Iraqê de nivîsek bi sernavê "Êrişên tolhildanê yên Biden ên li Rojhilatê Navîn xetereyên siyasî bi xwe re tînin" weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku serokê DYA’yê Jeo Biden têkildarî şerê li Rojhilata Navîn li pêşberî xaleke veguherînê. Hate gotin, derbeyên tolhildanê yên DYA’yê yên roja Înê yên piştî kuştina 3 leşkerên wê di êrişa balafira bê miroav a komeke çekdar a girêdayî Îranê de dê di sala hilbijartinan de encamên siyasî yên xetere bi xwe re bîne."

TEVGERÊN TIRKIYEYÊ JI BO SÎNORDARKIRINA KONTROLA YNK`Ê LI KERKÛKÊ

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê de rojnameya El Ereb nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku ji bo ku partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku encameke baş di hilbijartinên xwecih ên li Kerkûkê de bi dest xistiye, meclisa parêzgehê bi rê ve nebe, Tirkiye serokê îstixbarata xwe di kêmtirî hefteyekê de careke din şand Iraqê. Bi nêrîna rojnameyê, ev serdan timayên Tirkiyey yên di parêzgehê de aşkera kirin û çi qas ji vegera xurt a YNK`ê li qada siyasî ya Iraqê, ditirse.

NAKOKIYA LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ JI NÛ VE DEST PÊ KIR

Rojnameya Şerq El Ewsat ku behsa rewşa Lubnanê kir û li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir piştî ku Hizbullahê êriş pêk anî û malek li mêtingeha Mutala kir hedef û di encamê de kuştî çêbûn, topbarana Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê ji çarşemê ve zêde bûye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî yên Hizbullahê yên li Lubnanê bombebaran kirine.