Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 diz destgîr kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 kesên dizî dikir, destgîr kirin û radestî aliyên dadwerî kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 diz destgîr kirin
18 ÇILE, 2024   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên têkoşîna li dijî sûcên birêxistinkirî, roja sêşemê 5 kesên dizî dikir, destgîr kirin. Hate zanîn ku kesên navborî diziya pez dikir.

Navendê destnîşan kir ku li ser giliyê welatiyan ku pezê wan tê dizîn, dest bi lêkolînan kirine.

Kesên destgîrkirî sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li Minbicê çend çeteyên DAIŞ`ê girtibûn ku piştî êrişên dewleta Tirk dest bi tevgerê kir.

Hate zanîn ku dema hêzên leşkerî û ewlehiyê bi parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker mijûl bûn, wan kesan dest bi diziyê kiriye.

(şx)

ANHA