Pakistan raghand 145 çekdar li Belûçistanê hatine kuştin

Serokê Hikûmeta Herêma Belûçistanê raghand ku di navbera du rojan de 145 çekdar, 17 hêzên ewlehiyê û 31 sivîl hatine kuştin.

Pakistan raghand 145 çekdar li Belûçistanê hatine kuştin
1 sibat, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hikûmeta Herêma Belûçistanê ku dikeve başûr û rojavayê Pakistanê raghand ku hêzên ewlehiyê piştî êrîşa li derdora herêmê çêbûn, 145 çekdar hatine kuştin.

Her wiha got ku di van êrîşan de 17 endamên hêzên pêkanîna qanûnan û 31 sivîl hatine kuştin û li Pakistanê di van salan de ev yek ji pevçûnên herî zêde ku insan tê de hatine kuştin.

Duh roja şemiyê têkildarî van pevçûnan 4 rayedarên ewlehiyê agahî dan Reuters ku li gelek bajarên Herêma Belûçistanê ya dikeve başûr û rojavayê Pakistanê, di pevçûnên bi Hêzên Ewlehiyê yên Pakistanê re 67 çekdar hatine kuştin.