Ji ber YNK û PDK`ê li hevnekirin serokkomarê nû yê Iraqê nehat hilbijartin

Biryar bû îro serokkomarê Iraqê hatiba hilbijartin, lê ji ber YNK û PDK lihev nekirine, civîna parlamentoya Iraqê hat paşxistin.

Ji ber YNK û PDK`ê li hevnekirin serokkomarê nû yê Iraqê nehat hilbijartin
1 sibat, 2026   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû îro parlamentoya Iraqê civiya ba û di civînê de serokkomarê nû yê Iraqê hatiba hilbijartin. Lê ji ber rêjeya yasayî ya parlamenteran temam nebû, civîn nehate kirin.

Li gorî agahiyan danişîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomarê nû, ji bo demek nediyar hatiye paşxistin.

Hêjayî gotinê ye hefteya borî jî parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû civiya bû, lê li ser daxwaza YNK û PDK’ê civîn ji bo îro hatibû paşxistin.

Hate zanîn îro jî ji ber ku PDK û YNK’ê lihev nekirine û hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebûye, civîn hatiya paşxistin.

Heya niha jî YNK û PDK’ê lihev nekirine, YNK dibêje pêwîste namzetê serokkomar YNK’yî be, PDK jî vê carê çavê xwe berdaye kursiyê serokkomar û ew jî heman daxwaz dike. Bi kurt û kurmancî, ji ber ku Kurd nikarin lihev bikin û namzetek ji bo serkkomariya Iraqê diyar bikin, dibe ku serokkomar jî ji destê wan biçe.