450 hezar kes li Qamişloyê bê av mane

3 stasyon û 105 bîrên avê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî bajarê Qamişloyê de rawestiyan. Ji ber wê zêdetirî 450 hezar kes bê av mane.

450 hezar kes li Qamişloyê bê av mane
17 ÇILE, 2024   11:01
QAMIŞLO

Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişan daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: "Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 9 caran turbînên gazê yên stasyonê, turbînên girêdayî şîrketa neftê ya Rimêlanê, veguhêz û qadên veguhastinê yên li stasyona kehrebeyê ya li Siweydiyê, bombebaran kirin. Ji ber wê stasyon bi temamî rawestiya."

Nivîsgehê da zanîn ku di encama bombebarankirina stasyona kehrebeyê de, av li ser bi dehan gund û bajarên herêmê; Dêrik, Koçerat, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê qut bû. Ji ber ku stasyonên avê di encama qutbûna kehrebeyê de rawestiyan.

Her wiha aşkera kir ku li Qamişloyê 3 stasyonên avê; Hîlaliye, Iwêce û Ceqceq ku avê ji 9 hezar xaniyan re peyda diki,n rawestiyan. LI Dêrikê jî 12 bîr rawestiyan ku av dida 3 hezar û 500 xaniyan.

Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, li navçeya Girkê Legê jî 9 bîr li bajarokê Keşke, 36 bîr li navçeya Çilaxa, 14 bîr li navçeya Tirbespiyê ku av dida hezar û 900 xaniyan, rawestiyan. Li navçeya Til Hemîsê jî 10 bîr û li navçeya Amûdê 24 bîr rawestiyan.

Li gorî agahiyan, her sê stasyonên li Qamişloyê û 105 bîrên din ên avê av dida nêzî 450 hezar kesî. 

Dewleta Tirk a dagirker ji 13`ê Çileyê ve bi balafirên bêmirov û yên şer binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.

(şx)

ANHA