Omer Ocalan wêneyên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re parve kirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 31`ê Cotmeha 2025`an de bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kiribû. Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal cara ewil wêneyê wê hevdîtinê parve kir.

Omer Ocalan wêneyên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re parve kirin
10 tebax, 2026   15:44
NVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan li gel ferdên malbata xwe di 31`ê Cotmeha 2025`an de li Grava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatî pêk anîbû. Di hevdîtinê de xwîşka Rêber Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xwarziyên Rêber Abdullah Ocalan Berfîn û Alî Ocalan jî cih girtibûn. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal cara ewil wêneyê bi malbatê re hatibû kişandin, parve kir.