OIC`ê der barê Xezayê de civîneke awarte li dar dixe

Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) di van kêliyan de li Erebistana Siûdî der barê şerê Îsraîlê li ser Xezayê de civîneke awarte ya wezîran li dar dixe.

OIC`ê der barê Xezayê de civîneke awarte li dar dixe
25 tebax, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî kêliyekê, li Erebistana Siûdî civîneke awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) li asta wezîrên karên derve dest pê kir.  Di civînê de dê şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê, piştgiriya dîplomatîk û mirovî bo Filisîniyan û bidawîkirina ambargoyê were nîqaşkirin.

OIC`ê diyar kir ku  armanca civînê "yekirina helwest û hewldanên hevbeş di navbera dewletên endam de li hember polîtîka û planên Îsraîlê yên dagirkirin Xezayê, "bersivdayîna sûcên qirkirin, birçîkirin, koçberî, dorpêçkirin û krîza mirovî ya li Xezayê" ye.

Wezîrên beşdar dê "ji bo bidawîkirina êrişên Îsraîlê û dîtina rêbazên yekkirina helwestên navneteweyî "gotûbêj bikin. Mijara peydakirina alîkariya mirovî ya bilez ji bo sivîlên li Xezayê jî di rojeva civînê de ye.

(k)