Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Lîwa El Şemal El Demoqratî yên girêdayî QSDˊê şehîd Yehya Mihemed El Tehiş.

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Yehya El Tehiş
25 tebax, 2025   14:03
REQA

Bi dehan şêniyên kantona Reqayê, rêveber û endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî sersaxî da malbata şervanê Hêzên Lîwa El Şemal El Demoqratî ya di bin sîwana QSD’ê de, şehîd Yehya Mihemed El Tehiş. 

Konê sersaxiyê li hola avahiya Hêzên Lîwa El Şemal el Demoqratî ya li bajarê Reqayê hat vedan û merasîmek hat li darxist.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Emîne Hac Elî sersaxî da malbata şehîd û diyar kir ku şehîd di rêya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkbirina terorê û misogerkirina ewlehiyê de berdêlên giran dan.

Emîne got: "Hatina me ya îro li bin konê sersaxiyê xwedîderketin û dilsoziya bi şehîdan re nîşan dide."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ferîde Ebdurehman axivî û diyar kir ku ji bo kesên rêya xwe winda kirine şehîd çira ne.

Ferîde soza şopandina rêça şehîdan û pêkanîna armancên ku ji bo wan şehîd bûne, da.

Merasîm bi berzkirina diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

Şervanê Hêzên Lîwa El Şemal El Demokratîk Yehya El Tehiş 21’ê vê Tebaxê dema erka xwe bi cih dianî  li bajarê Resafa yê Reqayê de şehîd bû.

(fr)

ANHA