Xwendekarên daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikir rastî êrişê hatin

Xwendekarên xwepêşander ên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê dikir, rastî êrişan hatin. Xwendekaran da zanîn ku ew ê ji daxwazên xwe venegerin.

Xwendekarên daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikir rastî êrişê hatin
Xwendekarên daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikir rastî êrişê hatin
Xwendekarên daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikir rastî êrişê hatin
Xwendekarên daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikir rastî êrişê hatin
4 mijdar, 2026   12:52
HESEKÊ

Xwendekarên xwepêşander ên ku ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê li bajarê Hesekê li pêşberî avahiya parêzgariyê çalakî li dar dixist, rastî êrişê hatin. 

Xwendekaran ji ajansa me re diyar kir ku kom ji taxa Xiwêran hatin û kevir avêtin wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji bo belavkirina xwepêşandanê û rêgirtina ber domandina xwepêşandanê çekên ferdî bi kar anîn û gule berdan hewa.

Xwendekaran nerazîbûnên xwe li hember van nêzîkatiyan nîşan dan û ev yek anîn ziman: “Me çi şaşî kiriye hetanî ku rê li ber me tê girtin, em bi awayekî aştiyane derketine xwepêşandanê, em daxwaza mafê xwe yê zimanê xwe dikin.”

Her wiha dan zanîn ku êrişên ku pêk hatin dê daxwazên wan ên perwerdeya bi zimanê dayikê ranewestînin.

(sb)

ANHA